Kadar Pîrê: Peyama Ocalan nexşeya çareseriya demokratîk e lê Tirkiye asteng dike

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê peyama dawîn a Rêber Abdullah Ocalan wek nexşerêya çareseriya demokratîk ji bo Sûriyeyê nirxand û diyar kir peyam banga entegrekirin û nenavendîtiyê dike û hêviyên sûriyeyiyan bi cih tîne, lê dewleta Tirk astengiyan derdixe.

Kadar Pîrê: Peyama Ocalan nexşeya çareseriya demokratîk e lê Tirkiye asteng dike
3 ÇILE, 2026   03:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan bi boneya sala nû peyamek da ku tê de behsa pirsgirêkên Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriya demokratîk kir. Rêber Abdullah Ocalan di peyamê de bal kişand ser peymana 10’ê Adarê û wek çareseriya li ser bingehê entegrekirina demokratîk û nenavendî nirxand.

Der barê beşa girêdayî peymana 10’ê Adarê de, rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê ji ajansa me re axivî.

Kadar Pîrê diyar kir ku Sûriye hîn jî ji ber hişmendiya yekalî ya rêvebirinê êşê dikişîne û got: “Gelê Sûriyeyê demeke dirêj ji ber pergala nenavendî zehmetî dît. Ji ber vê yekê dest bi şoreşa lêgerîna guhertina rasteqîn kir. Hikumeta demkî ya heyî jî li ser heman rêbazê dimeşîne, hewl dide desthilatê bi kar bîne û hegemoniya xwe di hemû aliyan de ferz bike.”

Pîrê destnîşan kir ku desthilata nû jî siyasetên înkarkirina nasnameyan dimeşîne û bal kişand ser komkujiyên li perava Sûriyeyê û kuştinên li ser nasnameyê.

Pîrê der barê peymana 10’ê Adarê de jî wiha axivî: "Ya ku piştî peymana 10’ê Adarê bû, negihaşt asta diyaloga nîştimanî ya rasteqîn, lê belê di çarçoveya diyalogên di navbera hin kesayetên di hundirê desthilatê de bû. Piştre destûr û hilbijartin li gorî pîvanên yên li Şamê bi rêve dibin hatin kirin. Hejmara endamên Meclisa Gel heya 210 endamî hat zêdekirin, 70 ji wan ji aliyê serokê xwediyê rayeyên mutelq ve tên hilbijartin. Kursiyên din jî bi rêya komîteyên ku wî bi xwe ava kirine, tên diyarkirin."

Pîrê destnîşan kir ku Sûriye îro bi taybetî piştî 14 salên şer, ji her demê bêtir êşê dikişîne, şerê mezhebî û parçebûna civakî di sala dawîn de zêdetir bûye. Pîrê anî ziman ku yê Şamê bi rêve dibe, di salekê tenê de parçebûna di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de kûrtir kir.

Kadar Pîrê der barê peyama Rêber Abdullah Ocalan de jî got: “Ocalan çareseriyeke demokratîk ji bo pirsgirêkên gelê Sûriyeyê pêşkêş dike. Naveroka wê her wiha daxwaza sererastkirina destûrî dike da ku hemû sûriyeyiyan di nav xwe de bigire. Banga destpêkirina diyalogek nîştimanî ya rastîn, lidarxistina hilbijartinên azad,  bicihkirina prensîbên wekhevî, azadî û nenavendîbûnê dike ku bûne daxwazên piraniya sûriyeyiyan. Bi vî rengî wê bike nexşerêyek ji bo çareserkirina krîza welêt."

Li gorî Pîrê, dibe ku zehmet be ev pêk werin, ji ber ku yên Şamê bi rê ve dibin ji dirûşmên şoreşê dûr ketine û hewl didin ezmûna Baasê bi navekî din hilberînin.

Pîrê destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje, divê dewleta Tirk roleke erênî di 10’ê Adarê de bilîze û got: "Tirkiye aşkera banga bicihanîna peymanê dike. Hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin ku ew amade ne. Bi rastî diyalog hatin lidarxistin, lê aliyek heye bicihanîna peymanê asteng dike. Mixabin em li vir behsa rola neyinî ya Tirkiye dikin. Tirkiye wekî berê dîsa xwe dispêre faktora demê da ku ji pêvajoya aştiyê çi li Sûriyeyê be çi li Bakurê Kurdistanê bireve. Di hundirê rêveberiya Tirk de jî bi xwe nakokî hene."

Pîrê anî ziman ku Enqere ji her peymanekê rewakirina mafên Kurdan ditirse, ji ber ku li gorî hişmendiya wê ya şovenist a serdest e û ev nirxandin kir "Eger Kurdên li Sûriyeyê mafên xwe bi dest bixin, dê entegrekirina wan di nava dewleta Sûriyeyê de hêsan be. Lê Tirkiye dixwaze Kurd çekan deynin û wek ferd entegreyî dewletê bibin. Nabe mafên gelê Kurd werin înakirin, ji ber ku gelekî têkoşer e û ji bi sedan salan bê navber têkoşînê dimeşîne."

Kadar Pîrê anî ziman ku pêkanîna peymana entegrasyonê li Sûriyeyê wê tirsên Tirkiyeyê yên ji hilweşînê ji holê rake û îspat bike ku maf nayê wateya veqetandinê. Pîrê û bang li Tirkiyeyê kir ku li şûna rola astengker roleke erênî bilîze û got ev rol dê bandoreke erênî li hundirê Tirkiyeyê jî bike.

Kadar Pîrê destnîşan kir ku bicihanîna peymana 10’ê Adarê daxwaza piraniya sûriyeyiyan e û navaroka peyama Rêber Abdullah Ocalan dê derê li pêşiya modelek siyasî ya hevbeş veke ku dê pêkhatina dewleta navendî biguherîne. Her wiha diyar kir ku ev model dikare li başûrê û perava Sûriyeyê jî were pêkanîn.

Rêveberê Navenda Kurdên Bêsînor Kadar Pîrê di dawiya axaftina xwe de got Tirkiye dikare ji bo Sûriyeyê û ji bo xwe jî bibe kilîta xêr û pêşketinê û bang lê kir ku rola erênî ya navbeynkar bilîze û bihêle peymana 10’ê Adarê bi rihê xwe yê demokratîk, dûrî hişmendiya serdestiyê ya nenavendî bi rê ve biçe.

(b)

ANHA