Leyla Qereman: Mafên jinan ne mijara tawîzan in

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman diyar kir ku mafên jinan ne mijara tawîzan in û jin hevkarên neteweyî yên bingehîn in. Leylayê destnîşan kir ku nenavendîbûn rêya wan a bingehîn e.

Leyla Qereman: Mafên jinan ne mijara tawîzan in
3 ÇILE, 2026   06:05
HESEKE
BOTAN HISÊN

Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li ser rewşa giştî ya Sûriyeyê, guhertinên siyasî, leşkerî û civakî yên di sala 2025’an de ji ajansa me re axivî. Her wiha li ser rewşa jinên Sûriyeyê di nava van veguherînan de, dijwariyên ku ew pê re rû bi rû dimînin û rola wan di qonaxa heyî de axivî.

Leyla Qereman diyar kir ku 2025 saleke tijî qonaxên girîng bû ku hewceyî sererastkirinê û guhertinê bûn ji bo temamkirina rêya nû li gorî hêviyên gelê Sûriyeyê. Ji van qonaxên girîng hilweşîna rejîma Baasê bû. Leyla diyar kir ku ev destkeftî bi saya fedakarî û hewldanên gelê Sûriyeyê pêk hat û hilweşîna Baasê piştî salên êş û zehmetiyan ji bo sûriyeyiyan wekî ji nû ve vejînê bi nav kir.

Leyla destnîşan kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê û vebûna bi cîhana derve re û gavên bilez ên ku di sala 2025`an de hatine pêkanîn, di nav de tevlêbûna dîplomatîk, rakirina cezaryên li ser Sûriyeyê û îmzekirina çend peymanan ji bo baştirkirina rewşa aborî, Sûriyeyê ket qonaxek nû "Sûriyeya îro bê qeyd e."

Der barê rewş navxweyî de Leyla Qereman destnîşan kir ku gavên ji hêla hikumeta veguhêz ve hatine avêtin, wekî "Kongreya Diyaloga Neteweyî", Danezana Destûrî û hilbijartinên Meclisa Gel, bi lez û bez hatine avêtin û ji bo temamkirina vê pêvajoyê bêtir dem, diyalog û nîqaş di navbera sûriyeyiyan de hewce dikin. Leyla da zanîn ku encamên van gavan li ser erdê eşkere bûn, ji komkujiyên li peravên Sûriyeyê bigire heya yên li Suweydayê, dûv re teqînên di hundirê dêr û mizgeftan de, û êrişên berdewam ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, li gel zêdebûna zimanê nefretê û tundiyê.

Leyla Qereman destnîşan kir ku polîtîkayên hikumeta veguhêz prensîba pergaleke navendî xurt dike ku nûnertiya rastîn ji bo hemî pêkhateyên Sûriyeyê tune ye û baweriyê di navbera welatiyên Sûriyeyê têk çûye ku ev tişt ji bo avakirina dewleta nû tiştên bingehîn in. Leyla her wiha besa nebûna wekhevî û prensîbên demokratîk û nebûna mekanîzmayeke zelal ji bo edaleta veguhêz kir.

Leyla Qereman da zanîn ku peymana 10`ê Adarê ji bo Sûriyeyê xaleke xilasiya ji karesatek mirovî bû û ew wek "çarçoveyeke neteweyî û demokratîk ji bo pêşengiya rêya nû" bi nav kir. Leylayê destnîşan kir ku vê peymanê hestek rehetiyê di nav Sûriyeyê de çand û ji bo wan bû çavkaniyeke aramiyê. Leyla diyar kir ku divê peymana 10`ê Adarê bi yek bendê anku entegrekirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk di nav artêşa Sûriyeyê de, neyê sînordarkirin û got: “Bendên din hene ku hewceyê bêtir nirxandinê ne, wekî agirbestê, nûnertiya wekhev û beşdariya rastîn a hemû pêkhateyên Sûriyeyê û vegera kesên koçber bo malên xwe."

‘PAŞGUHKIRINA JINAN LI SÛRIYEYÊ WAN DIXE BER QONAXEKE NÛ’

Der barê hêzên welatiyên Sûriyeyê de Leyla Qereman diyar kir ku gavên ji hêla hikumeta demkî ve di vî warî de hatine avêtin ji bo hêvî, daxwaz û xeyalên Sûriyeyiyan bê hêvî bûn û îradeya gelê Sûrîyeyê, bi taybet jinan, nîşan nedaye. Leylayê destnîşan kir ku sînordarkirina jinan di malê de û hewldana dûrxistin û paşguhkirina wan ji qada Sûrîyeyê neheqiyek e ku hemû jinên Sûriyeyê dixe ber qonaxeke nû.

Hevseroka MSD`ê diyar kir ku mafên jinên Sûrîyeyê "di Sûrîyeya nû de ne mijara tawîzan e", û da zanîn kir ku divê jin di pêvajoya avakirina Sûrîyeyek dadmend, aram û domdar de bibin hevkarên çalak. Leyla jinên Sûriyeyê wekî "mertalek" xwedî hêza "parastina xurt" bi nav kir û destnîşan kir ku qurbaniyên mezin û têkoşîna dirêj a ku jinên Sûriyeyê dane hîn di gavên pratîk ên rastîn de nehatine nîşandan, ji ber ku nûnertiya wan lawaz û qels e ku ev yek jî dibe sedem ku cudakarî û tundiya li dijî wan bidomîne.

Leyla ji hikumeta ceguhêz a Sûriyeyê xwest ku li biryarên xwe yên di sala 2025’an de vegere, bi taybetî biryarên derbarê jinan de û ji bo sererastkirina wan bixebite û jinan wekî hêmaneke duyemîn nehesebîne.

Her wiha diyar kir ku jin dikarin bibin pêşengên rêya yekitiya neteweyî li Sûriyeyê û pêvajoya siyasî sererast bikin û destnîşan kir ku ezmûnên dijwar ên ku jinan di salên şer de kişandine veguheriye çavkaniyeke hêz û biryardariyê û ew dikarin Sûriyeyê bikin yek.

Leyla Qereman bang li jinên Sûriyeyê kir ku di destpêka sala nû de hêzên xwe bikin yek û nêrîn û dengên xwe bikin yek da ku mafên xwe di destûra nû de misoger bikin. Leyla diyar kir ku jin ji bo Sûriyeyê garantiya ewlehiyê ne û diyar kir ku xistina jinan di nava pêvajoya neteweyî ya Sûriyeyê de pêdiviyeke neteweyî û pêdiviyeke lezgîn e.

Leyla destnîşan kir ku mijara azadiya jinan bûye mijarek bingehîn û veguheriye têkoşînek gerdûnî ya hevpar di navbera jinên li çaraliyê cîhanê de û bal kişand ser girîngiya garantîkirina mafên jinên Sûriyeyê di destûrê de. Her wiha diyar kir ku her pêvajoyeke siyasî ku paşguh dike, dê têk biçe.

Leylayê wiha lê zêde kir: "Em hemû jinên Sûriyeyê re têkilî dikin da ku wan bigihînin hev, li ser mijarên bingehîn ên têkildarî ewlekirina mafên wan, misogerkirina nûnertiya wan a rastîn di hemû saziyan de û berdewama diyaloga jinan gotûbêj bikin."

Leylayê diyar kir ku daxwazên hevpar hene ku rê li ber xebata kollektîf ji bo yekkirina hewldan û nêrînan vedike.

STRATEJIYA NETEWEYÎ JI BO HÊZKIRINA JINÊN SÛRIYEYÊ

Leyla Qereman bal kişand ser stratejiya wan a neteweyî ji bo hêzkirina jinên Sûriyeyê û got: "Em dixebitin ku pêşengên jinan amade bike, da ku bikarin pêşengiya pêşvajoya nû bikin, ew jî bi rêya bernameyên neteweyî yên ku dê bi awayên forumên taybet ên di sala nû de werin pêkanîn.”

Leylayê destnîşan kir ku MSD`ê ji bo jinan cîhek ewle peyda dike, û diyar kir ku ew ê vê cihê di demên pêş de ferehtir bikin, ew ên di ji bo vê yekê di dema pêş de forumên yekirina xebatên jinan, li dar bixiin.

Leylayê got: "Baweriya me bi rola jinan ya rastîn heye û em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku armancên jinên Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bi dest bixin. Projeya me têkoşîneke demdirêj e."

Der barê tiştên ku di sala 2026’an de ji hikumeta veguhêz têne xwestin Leylayê destnîşan kir ku ew mecbûr e ku rêya xwe rast bike, tevger û reftarên xwe ên dan û standinên bi welatiyan re bi rexneyî binirxîne, guh bide daxwazên gelê Sûriyeyê û bersivê bide wan, ji bo xwepêşandan û azadiya derbirînê bigeheke ewle biafirîne û bi her awayî xwe ji zordariyê dûr bixe.

Wekî din, divê ew bixebite ji bo rawestandina zimanê nefretê, çandina nirxên hezkirinê û destpêkirina pêkanîna edaleta veguhêz, ji ber ku ev yek pêwîstiyeke neteweyî ye ji bo avakirina Sûriyeyeke bi rastî dadperwer û wekhev li ser bingeha rûmet û mafan. Her wiha divê ji bo pêkanîna aştiya navxweyî gav bêne avêtin, ji ber ku ew kevirê bingehîn ê avakirina dewletê ye û pêdiviyeke girîng e.

Leyla Qereman diyar kir ku Sûriye li ser xaçerêyekê ye û da zanîn ku divê astengiyan veguherînin derfetên rastîn ji bo ji nû ve avakirinê da ku pêşî li krîzên din an jî ketina nav kaosê bigirin. Ji bo vê yekê, Leyla bang li hikumeta veguhêz kir ku qada ewlehiyê bixe bin kontrolê û ji bo ku binpêkirinên rewa bike, her bûyeran nexe stûyê bermahiyên rejîma berê û got: “Êdî ev bi tu awayî nayê qebûlkirin.”

Leylayê da zanîn ku yek ji erkên sereke yên hikumeta veguhêz parastina welatiyan û peydakirina bingeha ewle ji bo azadiya derbirînê û mafê xwepêşandanê ye.

Leyla Qereman wiha lê zêde kir: "Vekirina deriyên diyalogê di navbera hikumet û welatiyên Sûriyeyê de li ser mijarên cur bi cur, li ser maseyek vekirî, gaveke bingehîn e ber bi avakirina baweriyê di navbera her du aliyan de."

Leylayê destnîşan kir ku ev yek dê valahî û parçebûna heyî tijî bike ku divê ji bo hikumetê erkeke sereke be.

Leylayê destnîşan kir ku "razîbûna gel girîng e, û lihevkirina neteweyî dê me ber bi hevkariyek rastîn û yekîtîya neteweyî ve bibe." Leyla got ku Sûriyey; hewceyê veguheztinek demokratîk e da ku bibe yekgirtî, aram û demokratîk, bi beşdariya hemû Sûriyeyiyan û hebûna jinên Sûriyeyê.

Hevseroka MSD`ê her wiha diyar kir ku nenavendîbûn rêya wan a bingehîn e ku ew ji bo wê dixebitin. Her wiha da zanîn ku Sûriyeyeke nû hêjayî nenavendîbûnê ye ku cihêrengiya çandî, etnîk û olî misoger bike û cihekî fireh ji bo beşdariya jinan peyda bike û got: “Nenavendîbûn rêya bingehîn e ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, dadmend, bihêz û hevgirtî.”

BANGA JI BO DIYALOGA NETEWEYÎ

Leyla Qereman bang li sûriyeyiyan û hêzên siyasî kir ku ji bo gotûbêjkirina mijarên çaresernebûyî û bingehîn ên ku bingehên dewleta nû li ser wan ava dibin, diyalogeke neteweyî bikin. Leylayê ev yek wek berpirsyariyeke neteweyî li hember vê "dîmena aloz" bi nav kir.

Leyla Qereman bi boneya sala nû peyamek ji bo hemû sûriyeyiyan da û got ew bi pirsgirêkên girîng û aloz re rû bi rû ne ku ji hemû hêzên siyasî, neteweyî û demokratîk tê xwestin vîneke siyasî ya xurt nîşan bidin, gotûbêjên cidî li ser gelek mijarên bingehîn vekin.

Leylayê destnîşan kir ku divê sûriyeyî destgirtî nemînin, lê berxwedêr û çalak bin, ji ber ku roleke wan a bingehîn û rastîn heye ji bo pêkanîna guhertineke rastîn li Sûriyeya nû. Her wiha bal kişand ser girîngiya yekbûn û xurtkirina hêzên siyasî.

Leylayê bal kişand ser girîngiya ku ev hêz bibin beşeke bingehîn ê avakirina Sûriyeya siberojê, bi rêya avakirina hevpeymanên siyasî yên ku dikarin guhertinê pêk bînin. Ev jî hewce dike ku hêzên siyasî yên li hundir û derveyî welêt nêrînên xwe bikin yek û bi ruhê kollektîf bixebitin. Leylayê her wiha got: "Serdema dûrxistin û bêparkirinê îro bi dawî bûye û em hemû li hember welatê xwe Sûriyeyê berpirsyar in.”

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderên ku mafên xwe yên rewa di pêvajoya guhertina siyasî û demokratîk a Sûriyeyê de dixwazin, anî ziman. Her wiha piştgiriya xwe ji bo malbatên kesên winda û girtiyan û malbatên kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest daye anî ziman, ji birîndaran re başbûn û ji şehîdan re dilovanî xwest.

Leyla Qereman bi boneya sala 2026`an peyameke pîrozbahiyê da û hêviya xwe anî ziman ku ew bibe saleke hevgirtin, yekitî, başbûn û pêşketinê, saleke vegera ewle û têkoşîneke nû ji bo jinên Sûriyeyê. Leylayê hêvî kir ku sala nû bibe saleke avakirina Sûriyeya siberojê bi beşdariya hemû sûriyeyiyan da ku ev sal bibe xaleke diyar di dîroka Sûriyeyê de.

Di dawiyê de hevseroka MSD`ê Leyla Qereman spasiya ajansa me ANHA’yê kir, ji bo rola wê ya pêşeng û berbiçav di ragihandina rastiyê li hundir û derveyî Sûriyeyê de û serkeftin jê re xwest û got: "Sala we ya nû pîroz be, ji bo tevahiya Sûriyeyê bi xêr û aştî be.”

(k)

ANHA