Joseph Aoun: Danûstendinên bi Îsraîlê re ji civînên li Swîsreyê cuda ne

Serokê Lubnanê Joseph Aoun destnîşan kir ku danûstendinên bi Îsraîlê re li Lubnanê hîn dewam dikin û da zanîn ku ew danûstendin ji civînên ku li Swîsreyê di navbera Amerîka û Îranê de tên lidarxistin cuda ye.

Joseph Aoun: Danûstendinên bi Îsraîlê re ji civînên li Swîsreyê cuda ne
24 hezîran, 2026   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Joseph Aoun di dema pêşwazîkirina şandeyeke ji parlametoya Brîtanî de diyar kir ku danûstendinên bi Îsraîlê re li Waşintonê hîn dewam dikin û ew ne girêdayî civînên ku li Swîsreyê di navbera Washington û Tehranê de tên lidarxistin, in.

Joseph Aoun da zanîn ku mijara destnîşankirina “Herêmên Nimûne” hîn di navbera aliyên peywendîdar de tê lêkolînkirin, ev yek di çarçoveya hazirtiyên ewlekarî yên li başûrê Lubanên de li hêviya erêkirina aliyê Îsraîlê ye.

Aoun destnîşan kir ku xebata niha li ser tesbîtkirina agirbestê ye, ji bo hazirtiya vekişîna hêzên Îsraîlê ji herêmên başûrê Lubnanê, bicihkirina artêşa Lubananê, vegerandina şêniyan ji bo gund û bajarokên wan, berdana dîlgirtiyan û jinûve avakirina herêmên ku zirar dîtine.

Aoun diyar kir ku armanca danûstendinên li Washingtonê ew e ku bernameyek ji bo pêkanîna hemû daxwazên Lubnanê were danîn ku daxwazên Lubnanê bi tevahî werin pêkanîn. Ev rêveçûn dibe ku derî li pêş aştiya rastîn û daîm veke.

Aoun da zanîn ku digel piştgiriya piranî Lubnaniyan ji hewldanên dewletê yên pêkanîna aramiya mayînde re, êdî Lubnanê biryar û rola xwe vedigerîne.

Duh (23 Hezîran) rûniştina pêncemîn ya danûstendinên rasterast ên di navbera Lubnan û Îsraîlêd de li Washingtonê hatibû lidarxistin.

(sb/fr)

ANHA