Dest bi derbasbûna keştiyan di Hurmuzê re bû

Di çarçoveya plana NYˊyê ya jinûve vegerandina trafîka deryayî de keştiyên bazirganî dest bi derbasbûna di Tengava Hurmuzê re kir. Di heman demê de, piştî ewlekirina korîdora deryayî, bi dehan keştiyên din amadekariyên derbasbûnê dikin.

Dest bi derbasbûna keştiyan di Hurmuzê re bû
24 hezîran, 2026   16:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Navneteweyî ya Deryayî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) îro ragihand ku, di çarçoveya plana rêxistinê daye destpêkirin de ku  keştiyên li Kendavê asê mane û jinûve tevgera deryayî vegerîne xwezaya wê, keştiyên bazirganî dest bi derbasbûna di Tengaa Hurmuzê re kir.

Li gorî Reutersˊê, berdevkê rêxistinê diyar kir ku xebatên derbasbûnê li gorî plana nû bi awayekî pratîkî dest pê kirin. Lê hûrgiliyên zêde der barê keştiyên beşdar de nehatin aşkerakirin.

Li gorî datayên şoreya deryayî dişopînin hat diyarkirin ku 2 keştiyên kelûpelan û keştiyeke bar di saetên borî de di tengavê re derbas bûne û bi dehan keştiyên bazirganî amadekariyê dikin ku derbas bibin.

Rêxistina Navneteweyî ya Deryavanî duh ragihandibû ku ev plan dê rê bide bi sedan keştiyên ku nêzîkî 11 hezar deryavan li ser wan in, ku piştî demekê ji astengiyê, wekî beşek ji rêkeftinên ku armanca wan misogerkirina ewlehiya trafîka deryayî û aramiya bazirganiya deryayî li herêmê ye, ji nû ve rêwîtiyên xwe yên bi rêya Tengava Hurmuzê bidomînin.

(fr)