Jinên Suryan pêşangehek vekir

Yekitiya Jinên Suryan pêşangeha destkariyên 10 jinan vekir.

Jinên Suryan pêşangehek vekir
Jinên Suryan pêşangehek vekir
Jinên Suryan pêşangehek vekir
Jinên Suryan pêşangehek vekir
Jinên Suryan pêşangehek vekir
Jinên Suryan pêşangehek vekir
Jinên Suryan pêşangehek vekir
13 kanûn, 2025   14:40
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Suryan pêşangeha hunerên destan ên 10 jinan li Parka Şehîd Arîn a bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê vekir. 

Di pêşangehê de şîranî, hunerên ku ji ta û tentene, tex, darên serê salê, neqşên bi lîzer, morîk û hwd hatine çêkirin, hatin nîşandan.

Di vekirina pêşangehê de bi dehan jin, endamên rêxistinên jinan û saziyên sivîl amade bûn.

Axaftina destpêkê ya pêşangehê ji aliyê endama Yekitiya Jinên Suryan Delal Gebro ve hat kirin. Delalê piştî bixêrhatina beşdaran kir, got ev pêşangeh afirîneyên jinan û hewldanên wan ên pêşxistina behreyên xwe û dabînkirina jêdera xwe nîşan dide.

Piştî axaftinan beşdar li nava pêşangehê geriyan.

Pêşangeh dê heya sibe vekirî be.

(b)

ANHA