Yekitiya Ajokaran a Hesekê kongreya xwe ya 2’yemîn li dar xist

Yekitiya Ajokaran a Hesekê bi beşdariya ajokarên ji Hesekê, Til Temir, Şedadê, Dirbêsiyê û Til Birakê kongreya xwe ya 2'yemîn li bajarê Hesekê li dar xist. Di kongreyê de hevserok û meclisa yekitiyê hatin hilbijartin.

13 kanûn, 2025   14:35
HESEKÊ

Yekitiya Ajokaran a Hesekê kongreya xwe 2’yemîn bi dirûşma "Bi rêya birêxistinbûyîn û xebata hevpar, em veguhastinê ber bi pêşerojeke ewle û birêxistinkirî ve bibin" li Hola Mişwar a bajarê Hesekê li dar xist.

Di kongreyê de endamên yekitiyê, nûnerên saziyan û gelek ajokarên ji Şedadê, Til Birak, Til Temir û Dirbêsiyê amade bûn.

Hevserokê Yekitiya Ajokaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qasim Mistefa di kongreye de axivî û wiha got: "Li ser bingeha pêwîstiya rêxistina karê şofêran li Rojava û aktîfkirina rola wan a bingehîn di civaka demokratîk de, ji ber têkiliya wan a rasterast bi civakê re ye. Ji ber ku ev pîşe roleke girîng û berbiçav di navbera civak û bajêr de dilîze. Parastina civak û bajêr bi giranî bi vê beşê ve girêdayî ye.”

Dûre rewşa siyasî ji hêla endama koordînasyona TEV-DEM'ê Şêro Mihemed Şero ve hate nirxandin. Şero diyar kir ku Sûriye û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşek hesas re derbas dibin. Di vê pêvajoyê de divê birêxistinbûn xurttir bê avakirin û wiha got: "Divê em xwe di aliyê rêxistinî de xurttir bikin û li derdora projeya xwe kom bibin û destkeftiyên ku me bi dest xistin bi saya van şehîdan in. Her kesek jî lazim e xwedî lê derkeve.”

Şêro destnîşan kir ku di Sûriyeyê de gelek destwerdanên ji derve hene, bi taybet jî dewleta Tirk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me tu carî êrişî tu kesî nekiriye. Me parastina xwe, gel û xaka xwe kiriye. Tevahî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re dijîn û xaka xwe diparêzin. QSD'ê ev xak parast.”

Di kongreyê de, hevserokê Yekitiya Ajokaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Qasim Mistefa peyama ku Rêber Abdullah Ocalan ji eşîrên Ereban re şadibû, xwend. 

Dûre endama Rêveber a Meclisa Jinan a TEV-DEMˊê Cîhan Ebdo axivî û diyar kir ku rola ajokaran wekî hêzeke girîng a qadê ye. Cîhanê wiha got: "Em hêvî dikin ku ev konferans dê bibe gaveke girîng di xurtkirina rêxistinê û xurtkirina têkiliyên di navbera şofêran û civakê de.”

Dûre li ser xebatên ajokaran sînevîzyonek hate pêşkirin. Piştî hilbijartina dîwanê, ajokaran pêşniyar û zehmetiyên xwe diyar kirin. Piraniya wan daxwaza zêdekirina mazotê kir.

Piştî nîqaşan Hazêf Xelef û Role Elî wek hevserokên nû yên Yekitiya Ajokaran a Hesekê û mecliseke ji 5 endaman ji bo rêveberiya yekitiyê hatin hilbijartin.

(zş-cm)

ANHA