Kongra Îslama Demokratîk banga aştî û yekitiyê kir

Kongreya Îslama Demokratîk di semînerekê de banga parastina aştiya navxweyî û yekitiyê kir.

Kongra Îslama Demokratîk banga aştî û yekitiyê kir
Kongra Îslama Demokratîk banga aştî û yekitiyê kir
Kongra Îslama Demokratîk banga aştî û yekitiyê kir
Kongra Îslama Demokratîk banga aştî û yekitiyê kir
Kongra Îslama Demokratîk banga aştî û yekitiyê kir
13 kanûn, 2025   14:51
QAMIŞLO

Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê di çarçoveya roja komînan de, Kongreya Îsalam Demokratîk bi tevkariya Meclisa Bajarê Çilaxa semîner dan. Semîner bi sernavê "Têkoşîna li dijî fitne, cudekarî û derewan" li komîngehên bajar û bajarokên Çilaxa hatin dayîn.

Di semînera li komîngeha taxa Selahedîn de ku endamên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyên taxê tê de amade bûn, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Şêx Cabir Rehîl axivî.

Şêx Cabir Rehîl, têgehên fitine, cudakarî û derew pênase kirin û diyar kir ku îslam ola aştî û hezkirin, yekitî û xwişk û biratiyê ye. Rehîl anî ziman ku her kiryarek ku bibe sedema parçebûna civakî û têbirina baweriyê di navbera ferdan de di îslamê de nayê qebûlkirin.

Şêx Cabir Rehîl di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku fitine, cudakarî û fesadî nexweşiyên ruhî yên herî xetere ne û Quranê de hişyarî li ser hatine kirin.

Şêx Rehîl îşaret pê kir ku gotinên ku nefret û kîndariyê belav dikin û îdiayên derew li dijî rêgezên ola Îslamê ne. Di dawiyê de banga parastina aştiya navxweyî û hevgirtina civakê kir.

(b)

ANHA