Huner û behremendiya jineke ciwan

Sozvîn Ehmed ji biçûkaniya xwe ve fêrî neqişandinê bûye û ev behre pê re mezin bû û niha jî bûye behremendiyeke ku dikare her tişta ku dibîne bike tablo.

Huner û behremendiya jineke ciwan
Huner û behremendiya jineke ciwan
Huner û behremendiya jineke ciwan
Huner û behremendiya jineke ciwan
Huner û behremendiya jineke ciwan
8 îlon, 2026   07:50
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Sozvîn Ehmed (22) ji bajarê Dêrikê ye, ji biçûkaniya xwe ve fêrî neqişandinê bû, ev behre pê re mezin bû û niha jî bûye behremendiyeke ku dikare her tişta ku dibîne bi neqişên xwe bike tablo.

Destpêkê Sozvînê bi pênûsê tablo çêdikirin, lê daxwaza wê li ber vê behreyê nerawestiya, biryar da ku bi rêya perwerdeya li gel yek ji şêwekarên zana giraniyê bide behreya xwe û dest bi perwerdeyê kir.

Têkildarî rêwîtiya wê Sozvîn Ehmed ji ANHA`yê re got: “Ji biçûkaniyê de malbata min piştgiriya min kir, heta roja îro jî destekê didin, ew ji bo ku ez bibim şêwekar, xewn û hezkirina xwe mezin bikim, ji bo min bûn palpişt.”

Sozvînê got: “Ez gelekî dixwazim beşdarî pêşangehên hunerî bibim, lê heta niha min derfetek nedîtiye. Ez dixwazim li cem ciwanan mîna van behreyan wekî neqişandin, muzîk û stranbêjî pir bibin, li şûna derbaskirina demê bi awayekî bêarmanc, ciwan berê xwe bidin van xebatan.”

(sb)

ANHA