Jinên Kurd û Ereb: Dem dema azadiya Rêbertî ye

Jinan diyar kir ku çawa Rêber Abdullah Ocalan “jin ji pencên qirkirinê rizgar kirin û ji tarîtiyê derxiste ronahiyê” jin jî dê wî ji nava çar dîwarên Îmraliyê azad bikin. Jinan got “dem dema azadiya Rêbertî ye”.

Jinên Kurd û Ereb: Dem dema azadiya Rêbertî ye
14 tîrmeh 2024   03:06
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Jinên ji Kobanê û Sirînê got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê, dê di nava çalakiyan de bin.

Endama Koordînasyona rêxistina Kongra Star a kantona Firatê Peyman Elûş diyar kir ku jinan bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mafên nas kirine û azadiya xwe bi dest xist. Peyman Elûş diyar kir ku jinên Kurd û Ereb û jinên li tevahî cîhanê dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û wiha axivî: "Çawa rêberê me jin ji pencên qirkirinê rizgar kirin û jin ji tarîtiyê derxistin nava ronahiyê, em ê jî rêberê xwe ji nava çar dîwarên Îmraliyê azad bikin."

‘BI SAYA RÊBERTÎ JIN PÊŞENGIYA ŞOREŞÊ DIKIN’

Peyman Elûş destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kir, pêşengiya şoreşê dikin û cihê xwe di hemû saziyan de digirin. Peymanê di dawiya axaftina xwe de got jin hêzê ji têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan digirin.

Endama Şaredariya Gel a Bajarê Sirînê Nesrîn Şêx Keyar diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan derveyî qanûnên mirovahiyê ye û wiha dom da axaftina xwe: "Ev 4 sal e tu agahî ji rêberê me tune ne. Em ji rewşa rêberê xwe bi fikar in. CPT destê xwe xistiye destê dewleta Tirk a dagirker ku tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Dewleta Tirk û hevalbendên wî ji raman û felsefeya rêberê me ditirsin û wek metirsiyekê li ser xwe dibînin, lewma vê tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dikin."

Nesrîn bal kişand ser pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û wiha got: “Em jinên Kurd û Ereb û hemû neteweyên din heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bibe, em ê her tim tê bikoşin."

Nesrîn Şêx Keyar bang li tevahî jinên cîhanê jî kir û got: "Nabe tu kes bê deng be. Êdî dem dema azadiya Rêbertî ye. Ji bo em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe mîsoger bikin divê em her tim di nava têkoşînê de bin."

Rêvebera rêxistina Kongra Star a bajarê Sirînê Yusra Îbrahîm Xelîl jî da zanîn ku dewleta Tirk roj bi roj tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan giran dike û wiha got: “Dewleta Tirk û hevalbendên wê ji bo rêgirtina li ber belavbûna ramanên Rêber Abdullah Ocalan tecrîda li ser wî giran dikin. Dewleta Tirk raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan wek metirsî li ser xwe dibîne, lewra nahêle em agahiyekê jê bigirin."

Yusra di dawiyê de wiha got: “Em jin dê çalakiyên xwe nedin rawestandin. Em ê her tim li kolanan bin heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin."

(bb)

ANHA