Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye

Jinên koçber ên ji Serêkaniyê dan zanîn ku vegera li malên xwe mafê wan ê sereke ye û ji pey vî mafê xwe venagerin, vê yekê jî di rewşeke bi ewle û bi istiqrar dixwazin. Jinan daxwaz kir ku ji nû ve malên wan bê avakirin, rê û dibistan werin vekirin, rewşeke guncaw ji bo jiyanê bê dabînkirin.

Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
Jinên koçber ên Serêkaniyê: Vegera bi ewle daxwaza me ya sereke ye
19 tebax, 2026   03:25
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Jinên koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî li bajarê Hesekê, têkildarî vegera bi ewle ya warê xwe, astengiyên li pêşiya vegerê, êrişa li hemberî karwanê yekemîn û metirsiyên li ser ewlehiya wan ji ajansa me re axivîn.

Necah Îbadê got: “Daxwaza me ya sereke vegera li bajêr e û em dixwazin ewlehiyê li Serêkaniyê bibînin, em bêyî astengî vegerin malên xwe, mafê xwe bidestbixin û xaniyên xwe sererast bikin. Em berdêla salên ku me bi êş û zehmetî jiyan kiriye dixwazin. Tirsa me ya herî mezin vegera bê ewle ye.” 

Necah destnîşan kir ku jinên koçber salên dirêj ên koçberiyê di rewşeke jiyanî ya zehmet de derbas dike, pê re jî tirs, westandin, pirsgirêkên civakî û malbatî jî hene û wiha pê de çû: “Rewşa me li nava kampê gelek nebaş e, me ji bo vegerê amadekariyên xwe temam kirine, em nema dikarin bendewar bimînin, em dixwazin di demeke herî nêz de vegerin.”

Necah Îbadê got: “Em in ê herî ku zirar ji şer dîtine, me di germahî, sermê, tirs û bênirxbûnê de jiyan kiriye.”

Rifaa El Silmo jî wiha got: “Em li dijî wan êrişên li hemberî karwanê yekemîn rû dan, piştî ew qas zehmetiyên ku wan koçberan dît, di vegera xwe de jî rastî kiryaran hatin. Ew malên wan in, çima êrişî wan tê kirin?”

Rifaa El Silmo da zanîn ku malên şêniyan hatin wêrankirin, nirxê tezmînata ku ji bo dabînkirina pêwîstiyên vegerê hatiye dayîn têrê nake û wiha dom kir: “Malên me bi temamî talankirî ne, tezmînata madî jî pir kêm e, heke ez vegerim mala xwe, bîrekê bikolim, ji bo dabînkirina ava vexwarinê enerjiya rojê deynim, wê buhayê hemûyan derdora hezar û 200 dolarî be, tişta mayî wê têra xwarina zarokên min neke, em ê çawa bijîn?”

Di 8`ê Tebaxê de hat ragihandin ku ji bo vegerê her malbatek 2 hezar dolar bi dest bixe.

Rifaa diyar kir ku ji bo koçberan divê destpêkê ewlebûn û istiqrar were dabînkirin, rêya sereke ya ku diçe Serêkaniyê bê vekirin, wê ev yek jî vegera wan a ji bo malên wan hêsan bike û wiha pê de çû: “Em xwe amade dikin ji bo vegerê, em li hêviya ragihandina lîsteyên vegerê ne.”

Rifaa destnîşan kir ku li kêlek daxwaza tezmînatê, daxwaza bingehîn a şêniyan vekirina rêya sereke, dabînkirina ewlebûn û istiqrarê ye. Divê malên şêniyan werin sererastkirin, ji bo ku zarok ji xwendina xwe neyên mehrûmkirin, divê deriyê dibistanan werin vekirin.

Emîna El Ehmed jî got: “Me ji malên xwe koç kir, em dixwazin beriya werzê zivistanê vegerin, zivistan tê û malên me tune ne, her tişt talankirî ye. Em ji bo vegerê em dixwazin ji nû ve malên me bên avakirin.”

Emîna destnîşan kir ku tezmînata bi buhayê 2 hezar dolar têra dabînkirina daxwazên wan ên istiqrarê nake û wiha anî ziman: “Wê 2 hezar dolar ji bo me çi bike? heke tenê em malên xwe ava bikin, derî û pencereyan bînin, ev pere têra me nake. Em dixwazin beriya zivistanê vegerin.”

Emîna El Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ewlebûn û istiqrar, vekirina rêya sereke ya bajêr û bi lez temamkirina rêkarên vegerê daxwazên bingehîn ên koçberan e û wiha got: “Em dixwazin vegerin malên xwe, me hemû xwe amade kiriye û li hêviya vegerê ne.”

(sb)

ANHA