Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin

Li herêma Aliyan a Çilaxayê Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin, darên derdora wê birîne û nema kesek lê dinêre.

Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
Bendava Zexîrayê hatiye paşguhkirin
19 tebax, 2026   06:42
QAMIŞLO
ROHAT XELEF-ABAS XELEF

Bendava Zexîrayê sala 1978`an lê kirine û yek ji çavkaniyên avê yên gundewarên Çilaxayê ye. Bendav 12 km dirêj e. Ev bi salan e nema kesek girîngiyê dide wê, darên li dora wê birîne û hatiye paşguhkirin. Şêniyên herêmê ji aliyên têkildar xwest bendav were parastin. Berî ku ava wê kêm bibe û darên wê bibirin şêniyên herêmê diçûn wê derê seyranê.

Salên borî ava bendavê kêm bû û nema kesekî girîngî da bendavê. Piştre jî xelkê darên derdora bendavê birîn û hate paşguhkirin.

Yek ji welatiyên herêmê Ebdulrehman Lewend ji aliyên têkildar daxwaz kir ku girîngiyê bidin bendavê, paqij bikin, li derdora wê daran biçînin û parastina wê bikin.

Mihemed Selîm Şakir jî got xelk dikare sûdê ji ava bendavê wergire û projeyên aborî li derdora bendavê vekin.

Beşa Çandiniyê û Çavkaniyên Avê ya Çilaxayê diyar kir ku têkildarî bendavê û herêmê plansaziyên wan nîn in.

Ji bajarokê Tirbespiyê endezyarê çandiniyê Ramî El Mudehî têkildarî mijarê got: "Parastina çavkaniyên avê bingeha jiyanê ye, divê civak bi hev re van çavkaniyên avê û xwezaya derdora wê biparêze. Çi qasî daristan, ax û herêmên derdora çem, kanî û bendavan werin parastin ew qasî ava binerd tê parastin. Parastina çem, kanî û bendavan ne tenê ji aliyên têkildar tê xwestin, tevahiya civakê divê berpirsyar be.”

Li herêma Cizîrê 7 bendav hene; bendavên Mizgeft û Maşûqê li Tirbespiyê, Zexîra û Çilaxayê li Çilaxayê, Hiyaka li gundewarên Girke Legê, Sefan li gundewarên Dêrikê û bendava li başûrê Hesekê.

(np)

ANHA