Li Dirbêsiyê projeyên domdar ên jîngehê

Meclisa Aborî ya Dirbêsiyê bi armanca berfirehkirina qada hêşîn projeyên çandiniyê dane destpêkirin. Meclis ji bo parastina jîngehê enerjiya tavê wek alternatîf bi kar tîne.

Li Dirbêsiyê projeyên domdar ên jîngehê
Li Dirbêsiyê projeyên domdar ên jîngehê
Li Dirbêsiyê projeyên domdar ên jîngehê
Li Dirbêsiyê projeyên domdar ên jîngehê
Li Dirbêsiyê projeyên domdar ên jîngehê
6 tîrmeh, 2025   03:45
HESEKÊ
CAN ELEWÎ

Kantona Cizîrê bi dehan salan ji ber siyasetên rejîma Baasê bandorên jîngehê yên wêrankirî jiya. Rejîmê ji bo çandiniyê şêwazeke yekalî dimeşand, li şêniyan ferz kiribû ku dexl û dan û pembo tenê biçînin û çandina daran qedexe kiribû. Lewre ev jî bû sedem ku cihêrengiya jîngehê û hilberandina çandiniyê lawaz bibe. 

Meclisa Aborî ya bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê rêzeprojeyên jîngehî dan destpêkirin ku xwe dispêrin çandiniya domdar û enerjiya pak.

Meclis niha çavdêriyê li 3 zeviyan û şitilgehekê dike ku ku bi hezaran darên fêkî yên wekî zeytûn, hejîr, hinar û tirî, her wiha darên xemilandinê û sîwanî û gulan tê de hene. Ji bo avdanê jî bîr hatine bikaranîn ku xwe dispêrin enerjiya tavê. Avdan dê bi rêya pergala dilopî were kirin ku avê zêde xerc nake.

Der barê mijarê de endamê Meclisa Aborî ya Dirbêsiyê Misewec Mihemed bi bîr xist ku rejîma Baasê nedihişt şêniyên Cizîrê hemû cureyên daran biçînin û vê jî bandorên karasetî li ser çandiniyê kirin. Misewec Mihemed got: “Pêkanîna yek şêwazê çandiniyê, şênî ji projeyên aborî yên domdar û çanda çandina daran bêpar hiştin."

Mihemed destnîşan kir ku meclis ji bo sala bê amadekariyên projeyeke çandina darên fistikên helebî û cureyên din ên daran li bajar û gundewarên Dirbêsiyê dike û got ev yek beşek ji pêngava çandina daran a rêxistinkirî ye ku armanc dike niştecihan tev lê bike û wan teşwîqî vegera li ser erdê xwe û eleqedayînê bi çandiniyê re bike.

(bb)

ANHA