Jinên ji Amûdê piştgiriyê didin banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan

Jinên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û diyar kir ku bidestxistina azadiya fîzîkî pêdiviyeke bingehîn e ji bo siberoja aştî û demokrasiyê ya li herêmê.

Jinên ji Amûdê piştgiriyê didin banga aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan
12 adar, 2025   02:35
AMÛDÊ

Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku tê de banga rawestandina şerê çekdarî û destpêkirina diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêkan kir, jinên li bajarê Amûdê yê ji ajansa me re der barê mijarê de axivîn.

Peyam di 27'ê Sibatê de li Stenbolê di civîna çapemeniyê de ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû lidarxistin, hate xwendin.

Şêniya bi navê Şaha Seîd der barê mijarê de wiha got: "Em peyama Rêberê xwe bi dilxweşî pêşwazî dikin, ew ji bo hemû gelan aştî û demokrasiyê dixwaze, divê her kes ji bo pêkanîna aştiyê li Kurdistanê û derveyî welat peyama Rêbertiyê esas bigire.”

Her wiha got: "Bi sedan sal e gelê Kurd rûbirûyî qirkirinê bûye û ji ber wê jî em daxwaza azadiya Rêbertî dikin, em bi peyam û wêneyekî Rêbertî ku bi salan li benda wê mane, ne razî ne, em dixwazin wî di nava xwe de bibînin.”

Şêniya bi navê Leyla Selman jî got: “Em bi peyama Rêbertî kêfxweş bûn ku bi salan e em li benda wê bûn, em amade ne ku hemû daxwazên rêberê xwe bi cih bînin, em dixwazin wî di nava xwe de bibînin.”

Leyla her wiha got: "Em soz didin şehîdan ku em ê li ser şopa wan berdewam bin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk were.”

Xedîce Elo ku ji koçberên Erfînê ye jî hêviya xwe ya ji bo dîtina rasterast a Rêber Abdullah Ocalan anî ziman. Xedîceyê got: "Dema ku em peyamek ji rêber dibihîzin, em li bendê ne ku dengê wî bibihîzin, ev gavek baş e, lê em dixwazin rasterast wî bibînin, nemaze di van şert û mercên dijwar de ku em tê re derbas dibin.”

Xedîceyê diyar kir: “Rêber Abdullah Ocalan aştî û demokrasiyê dixwaze û şer naxwaze. Em ê hemû daxwazên wî pêk bînin û li ser felsefeya wî bimînin. "

Rêber Abdullah Ocalan ji sala 1999’an ve piştî di encama Komployeke Navneteweyî de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê dîl hat girtin û radestî rayedarên Tirk hate kirin, di Girtîgeha Girava Îmraliyê ya li Deryaya Marmarayê de tê girtin.

(k)