Kurê xwe yê şehîd bi stranan oxir kir

Dema ku di merasîma cenazeyê kurê xwe yê şehîd de li ser şehîdan stran gotin, wî êşa windakirinê veguherand vîna berxwedan û xweragiriyê. Niyazî Seydo, yek ji damezirînerên Koma Engîzek a muzîkê behsa wê rojê dike.

Kurê xwe yê şehîd bi stranan oxir kir
Kurê xwe yê şehîd bi stranan oxir kir
Kurê xwe yê şehîd bi stranan oxir kir
Kurê xwe yê şehîd bi stranan oxir kir
Kurê xwe yê şehîd bi stranan oxir kir
12 adar, 2025   03:45
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Di 29’ê Çileya 2018’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Efrînê didomandin, vîdeoyek li ser medyaya civakî belav bû, tê de bavê şehîd di dema merasîma cenazeyê kurê xwe yê şehîd de stranên şoreşgerî dibêje.

Hunermend Niyazî Seydo, ji gundê Bercikê yê girêdayî bajarê Cindirêsê yê Efrînê ye, tevî rewşa metirsîdar ku balafirên şer ên dagirkeriyê li esmanê Efrînê difirîn jî, di merasîma oxirkirina kurê xwe de bi hêz û vîna xwe karîbû xemgînî û êşa windakirina kurê xwe veguhere hêza berxwedanê.

BERSIV Û TOLHILDANA HERÎ MEZIN

Hunermend Niyazî bi wê helwesta xwe îspat kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind û ne poşman e û wiha got: “Min nizanibû ku ez ê karibim di merasîma kurê xwe de stranan bêjim, lê min ev yek kir û ev bû bersiv û tolhildana min a herî mezin li hember dewleta Tirk a dagirker.”

Hunermend Niyazî Seydo, bavê 5 xort û du keçikan e, 56 salî ye û endamê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê li Helebê ye.

Hunermend Niyazî dibistana navîn bi dawî aniye, lê wî ji spor û muzîkê hez dikir lewma xwendina xwe bi dawî nekir.

KOMEKE HUNERÎ AVA DIKE

Di sala 1989’an de Koma Ararat ji aliyê hunermend Niyazî û 6 endamên din ve hate damezirandin, ku hemû jî hevalên wî yên gund bûn, ku xwedî dengên xweş bûn. Di wê demê de ew 24 salî bû.

Koma Ararat yekem car li gundê Hisêrke yê bajarê Cindirêsê yê girêdayî Efrînê, derket ser dikê, lê di demeke kurt de ji hev belav bû û komeke din a bi navê Engîzek hate avakirin.

Koma Engîzek ji aliyê hunermend Niyazî û nêzî 20 hunermendên ji hemû bajar û bajarokên Efrînê di dawiya salên heştêyî de li mala welatiyê bi navê Ferîd Sirûr hate damezirandin.

ROLA ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ DI QADA HUNERÎ DE

Hunermend Niyazî diyar kir ku piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê koma wan berferhtir bû û got, "Şoreşê hişt ku nav û dengê komê belav bibe.”

Niyazî her wiha dewam kir: "Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê gelek enstîtuyên hînkirina stran û muzîkê û navendên çand û hunerê vebûn û girîngiyeke mezin da dengbêjan û pêşxistina wan. Ev hemû destkeftî bi saya Şoreşa 19'ê Tîrmehê çêbûn.”

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bejahî û hewayî êrişî Efrînê kirin. 7 roj piştî êrişê yek ji kurên hunermend Niyazî, Behcet Seydo (Dilpak Xemgîn) şehîd bû.

Hunermend Niyazî bi malbata xwe re derbasî Şehbayê bû, piştî ku di encama topbarana bêserûber a Efrînê û şerê wêranker ê ku li wir qewimî de neçar ma ji Efrînê derkeve, lê dest ji karê xwe yê hunerî berneda û li wir bi hevalên xwe yên hunermend re gelek stran çêkirin.

Di destpêka sala 2024’an de ji bo dermankirina nexweşiya hevjîna xwe koçî Helebê bû, li wir jî karên xwe yên hunerî dewam kir û tev li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê bû û niha bi hejmarek hevalên xwe re beşdarî şahî, aheng û festîvalan dibe.

Behcet Seydo (Dilpak Xemgîn) endamên hêza (HAT), di 27’ê Çileya 2018’an de li gundê Mamila yê bajarê Racoyê, dema ku bi 8 hevalên xwe re amadekariya çalakiya li dijî artêşa dagirker dikir, ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk şehîd bû.

(k)