12’ê Adarê bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdên Helebê hat bibîranîn

Ciwanên PYD'ê, bi çalakiya pêxistina mûman li ser gorên şehîdan li Helebê, şehîdên Serhildana 12'ê Adara 2004'an bi bîr anîn.

11 adar, 2025   22:00
HELEB

Çalakî bibîranîna Şehîdên 12’ê Adarê li Goristana Şehîdên Berxwedana Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi pêxistina mûman hat lidarxistin. Di çalakiyê de endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn.

Di çalakiyê de rêveberê Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sabir Erûs got: "Fedakariya şehîdên Serhildana 12'ê Adarê ya Qamişlo çirûska destpêkê ya serhildana gelan a li dijî sîstemên dîktator bû."

Erûs diyar kir ku qonaxa ku gelên herêmê tê re derbas dibe bi saya fedakariya şehîdên Serhildana 12'ê Adarê ye.

Di dawiya çalakiyê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

(mh/fr)

ANHA