Jinên Êzidî yên Tirbespiyê: Cejna Çarşema Serê Nîsan bila bibe wesîleya aştî û aramiyê

Jinên Êzidî yên Tirbespiyê hêvî kir ku cejna Çarşema Serê Nîsanê bibe wesîleya aşîtiyê aramiya cîhanê.

Jinên Êzidî yên Tirbespiyê: Cejna Çarşema Serê Nîsan  bila bibe wesîleya aştî û aramiyê
15 nîsan, 2025   10:13
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Bi hatina sersala Êzidiyan Çarşema Serê Nîsanê, jinên Êzidî yên bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê daxwaz û hêviyên xwe yên ji bo cejinê anîn ziman û diyar kir ku bila ev cejin bibe wesîleya aşîtî û aramî û vegera gelê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Endama Mala Êzidiyan Meryem Cindo ji bajarê Efrîn yê dagirkirê da zanîn ku Civaka Êzidî di dîrokê de rastî gelek komkujyan hatiye, tevî hemû komkujiyan jî çanda Êzidiyatiyê parastiye.

Meryem diyar kir ku wateya vê cejnê bi avakirina gerdunê tê naskirin, lewra jê re dibêjin Çarşema Serê Nîsanê, ew her sal vê rojê bi şahiyekê pîroz dikin, hêviya wan ew e ku ew sala bê li Efrînê pîroz bikin.

Meryem wiha dom kir: "Em vê cejnê li Rêber Abdullah Ocalan û li tevahî civaka Êzidî pîroz dikin.”

HÊVIYA VEGERA LI EFRÎNÊ

Endama Mala Êzdiyan a Efrînê Nûcan Cindo, got meha Nîsanê ji bo civaka Êzidî gelekî girîng e, ji ber Çarşema Serê Nîsanê tê de tê pîrozkirin.

Nûcan hêvî dike ku di sala bê de ew vê cejnê li bajarê Efrîn cih û warê xwe pîroz bikin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em vê cejnê li tevahî gelan pîroz dikin."

Hevseroka Mala Êzidiyan a Tirbespiyê Leyla Îbrahîm jî wiha got: "Em vê cejnê li tevhaî pêkhateyan pîroz dikin, taybet civaka Êzidî. Em bi hêvî ne ev cejin bibe wesîleya rizgarkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî û koçber vegerin warê xwe."

Leyla di dewama gotinên xwe de got: "Hêvî û daxwazên me gelek in, em her tim aştiyê dixwazin, taybet di mehên cûyî de Cejna Remezanê û Ekîto hebûn û niha jî Çarşema Serê Nîsanê tê pîrozkirin."

ANHA