17 jin û zarok hatine revandin

Li Laziqiyê, Hums, Swêda, Tartûs û Hemayê 17 jin û zarok ji aliyê çekdarên nenas ve hatine revandin.

17 jin û zarok hatine revandin
15 nîsan, 2025   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li hin bajarên Sûriyeyê yên wekî Laziqiyê, Hums, Swêda, Tartûs û Hemayê, bûyerên windakirin û revandina bi zorê yên bi destê çekdaran rû didin. 

Li gorî raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, herî kêm 17 jin û zarok winda bûne û çarenivûsa wan ne diyar e.

Di 4’ê Nîsanê de çekdarên nenas di navbera taxên El Sebîl û El Beyadiye de li Humsê girte ser malekê û malbatek (5 kes) revandin. Heta niha aqûbeta wan ne diyar e.