Jinên êzidî piştgirî da kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’

Ragihandina Jin, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşa yên Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da kampanyaya YRJ’ê ya bi dirûşma ‘Na ji darvekirinê re’.

Jinên êzidî piştgirî da kampanyaya ‘Na ji darvekirinê re’
20 tebax 2024   16:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) li dijî biryarên darvekirinê yên ji aliyê rejîma Îranê ve li hember rojnamevan û çalakvanên jin hatine dayîn, di 12’ê Tebaxê de kampanyaya “Na ji darvekirinê re” da destpêkirin. Piştgiriya ji bo kampanyayê her ku diçe zêdetir dibe.

Yekitiya Ragihandina Jin, Yekitiya Jinên Ciwan, Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Naxşa yên Şengalê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanyayê.

Daxuyanî wiha ye:

“Em biryara cezayê darvekirinê yê dewleta Îranê, li ser Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamadî dayî, bi hêrsekî mezin û bi tûndî şermezar dikin. Ev cezayê darvekirinê bi tû awayî nayê qebûlkirin. Em vê biryara di şexsê aktîvîstên jin Pexşan û Şerîfe de hatiye dayîn, biryarekî li hemberî tevahî jinan dibînin.  Em dibêjin wê tu êriş nikaribin hêz û îradeya jin bişkîne û meşa wê ya azadiya bide sekinandin.

Li Îranê jî jin li her qada jiyanê bi êrîşên qirkirinê re rû berû ne. Piştî kuştina Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê pêla serhildana jinan destpêkir û belavî cîhanê bû, êrîşên li hemberî jin zêdetir bûn. Em hemû êrîşên li dijî jinan têne kirin bi helwestekî tûnd red dikin. Cezayê darvekirinê dayîna jin, rêbazekî herî hovane, yê der mirovî ye. Eger bi cezayê darvekirinê karîbana têkoşîn û lêgerîna jinan a azadiyê asteng bikin wê bi darvekirina Şîrîn Elemhulî, Reyhane Cebarî û gelek jinên din pêkhatiba. Lê tê dîtin darvekirin hêrsa jinan zêdetir dike, lêgerîna wê ya azadiyê bihêztir dike û xwe li dijî ev sîstema dijminê jinê ye zêdetir bi rêxistin dike.

Wê tu carî jin serî netewînin û têkoşîna li hemberî desthilatdariya mêr-dewletê nedin sekinandin.

Di vê serdema ku jin bi rihê jin, jiyan, azadî têkoşîn xwe dimeşînin û li her derê ber xwe didin wê tu hêz nikaribe îradeya jinan a têkoşînê bişkîne. Hevrêyên meşa azadiyê, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî, ji bo neheqiya li hemberî jinan tê kirin, têkoşîn dimeşandin. Rojnamevan Pexşan ji bo têkoşîna jinan ragihîne wek rojnamevana jin, dixwest bibe dengê jinan. Şerîfe Muhemadî li dijî neheqî û kuştina jinan tê koşiya. Cezayê darvekirinê li Zeynep Celaliyan jî hatibû birîn, lê têkoşîna yekgirtî ya jinan gav bi rejîma îranê bipaşve da avêtin. Eger têkoşîn hatiba xurttirkirin û daîmîkirin wê bi temamî cezayê heta hetayî jî hatiba rakirin. Ev nimûne bi me vêya dide nîşan, eger em têkoşîneke hevpar û yekgirtî bidin, zexta raya giştî ya jin zêde bibe, rejîmeke herî zilimkar jî neçar dike gav bi paşve biavêje. Di vê demê de helwestek û seknekî wiha ji me hemû jinan tê xwestin.

Me wekî jinên êzidî êşên giran di fermanên hatin serê me de jiyan kirin. Em îro êşa her jinekê di dilê xwe de hîs dikin. Em jî li hemberî vê biryarê sekinandin ji bo xwe erkekî mirovî, jinperwerî û exlaqî dibînin.

Em wek Ragihandina Jin, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Çand û Hunera Stiya Nexşa yên Êzidxanê, bang li hemû jinên azadîxwaz yên li ser xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ dimeşin dikin, li dijî cezayê darvekirinê û bi taybet cezayê ji bo hevrêyên me Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhamedî hatiye dayîn, têkoşînê bilind bikin. Em bi vê helwesta xwe piştgirî didin kampanya Yekitiya Ragihandina Jin ya bi dirûşmeya ‘Na ji darvekirinê re’.

Carekî din bang li hemû jinan dikin li hemberî desthilatdariya mêr û pergala dijminahiya jinê dike bi rihekî hevgirtî têkoşînê bilind bikin. Wê şoreşa jin a “JIN, JIYAN, AZADΔ bi ser bikeve.