Tîmeke Daîreya Avê ya Kobanê hat gulebarankirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker tîmeke tamîrkirinê ya girêdayî Daîreya Avê ya Kobanê li gundê Şêxler ê rojavayê Kobanê gulebaran kir û nehişt tîm dînamoya avê tamîr bike.

Tîmeke Daîreya Avê ya Kobanê hat gulebarankirin
20 tebax, 2024   17:11
KOBANÊ

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, çeteyên dewleta Tirk a dagirker tîmeke tamîrkirinê ya Daîreya Avê ya Kobanê dema hewl dida dînamoya avê ya li gundê Şêxler ê li ser keraxa çemê Firatê yê rojavayê Kobanê tamîr bike, gulebaran kir.

Çeteyan du caran tîma tamîrkirinê gulebaran kir, bi wê re astengî li pêş gihandina ava vexwarinê ber bi Kobanê û gundewarên wê ve çêbûn.

(fr)