‘Hevala Berwar her kêlî veguherand kêliya serkeftinê’

Koordînasyona PAJK'ê fermandar Berwar bi bîr anî û diyar kir ku "Hemû astengî ji pêşiya xwe rakirin, her kêlî veguherand kêliya serkeftinê."

‘Hevala Berwar her kêlî veguherand kêliya serkeftinê’
20 tebax 2024   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) têkildarî şehadeta fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Berwar (Seyran Çomak) daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: "Em Partiya Jinên Azad a Kurdistanê (PAJK) şehîdên berxwedana 15’ê Tebaxê ya bi pêngava 15’ê Tebaxê ava kirin û heta roja îro domandin, dîsa şehîdên demên cihê yên di 15’ê Tebaxê de şehîd bûn, her wiha bi hezaran hevrêyên xwe yên ji pêngava 15’ê Tebaxê heta îro di nava şerê xweparastinê de cih girtin û şehîd bûne bi rêzdarî û minet bibîr tînin.

Di şexsê fermandara Eyaleta Serhedê ya YJA Starê û di heman demê de endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê hevala Berwar (Seyran Çomak) em hemû şehîdên têkoşîna azadiya jin û gelê Kurd bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember wan bi deyindarî ditewînin."

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir ku têkoşîna gerîlayên HPG û YJA Starê pêşengiyê jê re dikin, îsal hîn zêdetir pişt li AKP-MHP'ê şikandiye û hate gotin: "Derbên ku gerîlayên YJA Starê li artêşa Tirk a faşîst dane artêşa Tirk şeht kiriye. Hostatiya taktîkê ku derketiye holê yek ji pêvajoya mînaka dîrokî daniye holê. Ji aliyekî ve pûçkirina êrîşên artêşa dijmin, ji aliyekî ve hostatiya taktîk, li dijî êrîşên ku bi teknîk û çekên kimyewî berxwedana gerîla, di dîroka bi rûmet a gelê Kurd de cihê xwe dîtiye. Ev têkoşîna gerîla, pêngava dema azadiyê pirtir nêzî serfiraziyê dike."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ku ketiye rewşa hilweşandinê, PDK jî kişandiye nav tifaqa xwe ya gemarî, li dijî PKK’ê da şerkirin û hate gotin: "PDK bi hevkariya bi dijminê Kurdan desthilata AKP-MHP’ê ti îtîbara wê neamye, li ber çavê gelê Kurdistanê teşîr bûye. Bê guman ev jî bi saya sekna berxwedêr a weke Heval Berwar eşkere bûye."

Di dewama daxuyaniyê wiha ahte gotin: "Hevala Berwar bi sekna jina azad, bi baweriya ku berxwedanê dibe serketinê û serketin jî bi xwe re jiyana azad tîne heya kêliya dawî jî li hember êrîşên dijmin têkoşiya û bû mînaka ku jin dema şer dike xweşik dibe, xweşik dibe azad dibe, azad dibe tê hezkirin. Heval Berwar bi şer û jiyana xwe jî da nîşandan ku têkoşîn kêlî bi kêlî ye û li hemberî her cûre êrîşên sîstema desthilatdar, mêtînger û dagirker dema ku dil û mejiyê mirov ji bo azadiyê dixebite dikare di her kêliyê de bi moral, coş, bawerî û serketî be. Heval Berwar rastiya van hest û ramanên xweşik di têkoşîna gerîla û di fermandariya YJA STAR ê de jî şênber kir.

Ji aliyê fêhmkirina stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî, bicihanîna vê stratejiyê bi dewlemendiya rê, rêbaz û taktîkan, nêzîkatiyeke hostatî nîşan da. Salên dûr û dirêj li qada Serhedê fermandarî ji şer re kir û kedeke mezin da. Bi hezkirina xwe ya ji gel, hezkirina ji hevrêyan û hezkirina ji Rêbertî hemû pirsgirêkên derdikevin pêşiya wê çareser kir, astengî hemû ji pêşiya xwe rakir, her kêlî veguherand kêliya serketinê."

Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir ku ruhê 15'ê Tebaxê îro li çiyayên Kurdistanê destanan diafirîne û got, "Jin û mêr ên lêgerînerên jiyana azad ên xwe bi egîdî xemilandine, rê nadin dagirkeriyê. Pêngava 15’ê Tebaxê ku li Zap, Avaşîn , Metînayê, Botanê, Serhedê, li tevayî qadên parastina Medyayê û li her çar parçeyên Kurdistanê bi rihê şerê gel ê şoreşgerî mezin dibe, bi soza azadiyê ber bi serketinê ve diçe.

Bi vê baweriyê divê gelê Kurdistanê ji jin û ciwanan, ji heft heta heftê salî tevlî vî şerê serketinê bibin û cihê xwe di hesabpirsîna dîrokî de bigirin. Bi biryardariya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi tolgirtina şehîdên xwe yê bi rûmet û bi israra di jiyana azad de em faşîzim û dagirkeriyê bi dawî bikin, Kurdistanê ji îxanet û nokeriyê paqij bikin û jiyana gelekî azad, welatekî azad û mirovatiyeke azad bi serbixînin.

Em di şexsê hevala Berwar de ji bo tevayî şehîdên bi rûmet soza xwe ya bilindkirina têkoşînê û bersivdayîna ked û meşa wan a bi rûmet nû dikin."