Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê rêjeya qirêjiyê zêde bûye
Ji ber kêmbûna rêjeya ava çemê Firatê rêjeya qirêjiya avê li kantona Reqayê zêde bûye û li gorî pîvana yekîneya avê ji sedî 5 zêde bûye. Li hemberî vê yekê Gerînendetiya Avê tedbîrên guncaw girtin.
Ava çemê Firatê kêm dibe, bi taybet li gola Firatê. Rêjeya golê bi mîdara 6 metreyan daketiye. Bi wê re ava vexwarinê qirêj bûye. Li ser vê yekê Gerîndetiya Avê ya Reqayê tedbîrên guncaw ji bo vê qirêjiyê girtin.
Bajarê Reqa û beşeke mezin ji gundewarê wê xwe dispêrin ava çemê Firatê. Avê çemê bi rêya dînamoyan, piştî şêrînkirinê, li bajêr tê belavkirin.
Têkildarî mijarê, hevserokê Gerînendetiya Avê ya Reqayê, endazyar Hisên El Cerceb diyar kir ku kêmbûneke berbiçav a ava çemê Firatê heye, wê jî bandorek yekser li kalîteya ava vexwarinê ya li bajarê Reqayê kiriye û rêjeya qirêjiya ava vexwarinê ya li malan belav dibe, zêde bûye.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2020’an û vir ve herikîna ava çemê Firatê pir kêm kiriye, vê yekê jî hişt rêjeya avê dakeve û di rûberên fireh ên golan de bimîne. Ji ber wê golên li pişt bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin depoya xwe ya stratejîk ji dest da.
Li gorî rapora Navenda Neteweyî ya Avê, asta qirêjiya avê ji sedî 5 derbas kiriye û ji ber wê Gerînendetiya Avê ya Reqayê tedbîrên lezgîn ji bo dan û standina bi vê rewşê re girtin.
Di vî warî de ji bo şûştina tora avê ya bajêr tîmek bi şev bixebite hat avakirin. Armanc ji vê yekê ew e ku rêjeya qirêjiyê kêm bibe û kalîteya avê vegere astên tê qebûlkirin.
Gerînendetî plan dike ku di demên pêş de bîran bikole. Ev bîr bi rêya qûma tê de bi awayekî xwezayî xwe tên parzûnkirin, beriya ku bigihîne tûra avê.
Rêjeya pompekirina avê li bajêr di çirkeyê de 12 hezar metrekup e. Li Reqa û gundewarê wê 40 stasyonên pompekirina avê hene, li kêlek wê jî stasyonên piştgiriyê hene, weke stasyona Bîra El Heşem, Esediyê Wahid, El Meslex û El Cezra.
(ac/fr)
ANHA