Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir û doza darizandina sûcdaran kir

Rêxistinên jinan û jinên koçber kuştina Şîrîn Oso ya ciwan li Efrîna dagirkirî şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku lêpirsînan pêk bînin û zextê bikin da ku edalet pêk were û jinan biparêzin.

Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir û doza darizandina sûcdaran kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir û doza darizandina sûcdaran kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir û doza darizandina sûcdaran kir
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kir û doza darizandina sûcdaran kir
21 kanûn, 2025   14:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Kuştina jina ciwan Şêrîn Oso ya 19 salî li herêma Efrîna dagirkirî bû sedema hêrsek berfireh di nav jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê de.

Der barê mijarê de Kongra Star li Helebê, jinên koçber ên ji Efrîn û Şahba li bajarên Qamişlo û Reqayê, û Kombûna Jinan a Zebûniya li kantona Reqayê daxuyaniyên cuda dan, ev sûc şermezar kirin û  daxwaza rawestandina binpêkirinên berdewam ên li dijî jinan kirin.

HELEB

Daxuyaniya Konga Star li Helebê li ber kafeterya Telet Heleb,  bi Erebî ji hêla endama Komîteya Têkiliyên Kongra Star, Hêvîn Mûsa û bi Kurdî ji hêla endama Kongra Star, Zîlan Bilal ve hate xwendin.

Daxuyaniyê diyar kir ku ev sûc ne bûyerek tenê an qezayek bû, lê belê sûcek rêxistinkirî bû, ku bi hişmendiyek baviksalar a têkçûyî hatibû plankirin.

Daxuyaniyê her wiha bal kişand ser hewldanên nîşandana sûc wekî "xwekuştinê", da ku rastî were veşartin û hûrguliyên sûc werin veşartin, û diyar kir ku ev yek polîtîkayek sîstematîk li dijî jinan li Efrîn nîşan dide.

REQA

Kombûna Jinan a Zenûbiya li ber navenda xwe ya li Reqayê, bi amadebûna endamên kombûnê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û meclisên herêmî, daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî ji hêla rêvebira nivîsgeha perwerdehiyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya, Buşra El Elî ve hate xwendin.

Daxuyanyê diyar kir ku kuştina Şêrîn rewşeke êşdar ji bo jinan nîşan dide, û da zanîn ku ev sûc ne bûyerên tenê ne, lê beşek e ji pergaleke ku tundûtûjiyê pêk tîne  û sûcdaran diparêze ye. Di daxuyanyê de hat gotin ku Sûriyeyê li ser laşên jinên kuştî were avakirin.

Daxuyaniyê bang li çalakvanên mafên mirovan, rojnamevan û hemû beşên civaka Sûriyeyê kir ku hevgirtinek rastîn nîşan bidin û dozên kuştinê bişopînin, da ku bîranîna wan rê li ber avakirina Sûriyeyek li ser bingeha edalet û wekheviyê veke.

Der barê heman mijarê, jinên koçber ên ji Efrîn û Şahbayê li Reqayê daxuyaniyek dan, daxuyanî ji hêla Rîhab Cibo ve li ser navê jinên koçber hate xwendin.

Daxuyaniyê diyar kir ku kuştina jinan bi çi hincetê be sûce û  ew wek encameke çanda bêcezatiyê, bêdengiya civakî û neparastina jinan derdikeve holê.

Di dawiya dxuyaniyê de hat xwestin ku sûcdarên van sûcan werin darizndin û cezakirin. Er wiha ji rêxistinên mafên mirovan, mirovî û navneteweyî hat xwestin ku lêpirsînan pêk bînin û zextê bikin da ku edalet pêk were û jinan biparêzin.

QAMIŞLO

Jinên ji kantona Efrîn- Şehbayê yên ji ber dagirkirina kontonê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên koçberî Qamişloyê bûneli dijî qetilkirina jina ciwan Şêrîn Osê ya li bajarê Cindirêsê yê Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li taxa Qendîl (Çarkoşeya Ewlehiyê) ya li bajarê Qamişlo hate dayîn. Daxuyanî bi zimanê  kurdî û erebî ji aliyê endama Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê Rizgar Lolo û endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sureya Mistefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê d hate diyarkirin ku kuştina jina ciwan Şîrîn Osê ne bûyerek tenê an kiryarek bêserûber bû, lê belê sûcek pêşwext bû, encama rêze zext, şîdeta nav malê û îşkenceya piskolojîk û fîzîkî ye ku bi destê mêr û malbatê tê kirin.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku "Ev sûc di çarçoveya zihniyetek baviksalar a kujer û di nava bêdengiyek civakî û qanûnî de qewimî ku rê da van binpêkirinan berdewam bikin. Tiştê ku qewimî kuştinek hovane bû. Di gel hewldanên eşkere yên sextekirina rastiyan û veşartina li pişt hinceta derewîn a tiştê ku jê re digotin rûmet e, hate kirin. Ev sûc binpêkirinek eşkere ya mafê jiyan û rûmeta jinan e.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin, jinên Efrînê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast dikin ku ev sûc rastiya êşdar e ku jin pê re rû bi rû dimînin nîşan dide û wiha hat domandin  ’’bi taybet li herêmên dagirkirî bêcezatî pir zêde ye. Li şûna ku sûcdar hesab bidin, adetên civakî ji bo rewakirina tundûtûjî û kuştinê têne bikar anîn. Berdewamiya vê nêzîkatiyê dê bibe sedema qurbanî û êşên zêdetir. Em daxwaz dikin ku mêrê qurbanî û malbata wî, wekî kesên ku rasterast berpirsyarên sûc in, hesab bidin. Em rayedarên ewlehî û dadweriyê yên li Cindirêsê hişyar dikin ku çîrokên xwekuştinê an jî her hincetek civakî ya ku armanc dike rastiyê veşêre, qebûl nekin. Em teqez dikin ku pêwîst e cenazeyê qurbaniyê ji bo komîteyek bijîşkî ya dadwerî ya serbixwe û bê alî were pêşkêşkirin da ku şert û mercên sûc bi tevahî û bê zext werin eşkerekirin.”

Jinan di daxuyaniyê de dan zanîn ku ew ê nehêlin her hewldanek ji bo girtina dozê ya bi rêya lihevhatinan an lihevkirinên civakî, pêk bê û wiha gotin: “Xwîna jinan ne mijara bazarkirin an peymanan e. Em bang li rêxistinên mafên mirovan, femînîst û navneteweyî dikin ku lêpirsînê bişopînin, zextek cidî bikin da ku edalet pêk were û parastina jinan, nemaze li herêmên dagirkirî û li seranserê Sûriyeyê mîsoger bikin. Parastina jinan pêdivî bi derxistina qanûnên hişk û dadperwer heye ku tundiya navmalî û kuştina jinan sûcdar dike û garantî dike ku sûcdar ji cezayê xilas nabin.”

Di dawî de hate gotin: “Ji êşa Şîrînê û ji êşa hemû jinan, em dengê xwe bilind dikin: Jin jiyan e, jiyanê nekûjin.“

(re/k)

ANHA