Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan

Şêniyên bajarên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Egîd Tolhildan re xwest.

Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan
Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan
Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan
Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan
Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan
Sersaxî da malbata şehîd Egîd Tolhildan
21 kanûn, 2025   14:29
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê sersaxî da malbata şervanê QSD’ê Egîd Tolhildan (Silêman) ê ku 8’ê kanûnê (2025) li gundê Girkê Dijwêr ê Koçeratê şehîd bûbû.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek pêk hat. Piştî rêzgirtinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şêrîn Ehmed axivî û banga hevgirtin, têkoşîn û parastina nirxên şehîdan kir.

Şêrîn Ehmed di dewama axaftina xwe de pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî wekî rêya yekane ya bidawîkirina şer û binpêkirinên li dijî gelan bi nav kir.

Endama PYD’ê Şehnaz Ebdo jî axivî û diyar kir ku şehîdan jiyana hevbeş watedar kirin û bi saya keda wan civak bi ewle û aştî dijî.

Şehnazê di dawiya axaftina xwe de banga parastina destkefityên şehîdan kir.

Merasîma sersaxiyê bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(b)

ANHA