Ji destpêka îsal ve zêdetirî 635 jin hatin qetilkirin

Sûc û binpêkirinên ku ji destpêka îsal ve li dijî jinên sûriyeyî têne kirin, nîşan dide rewş ber bi tarîtiyekê ve diçe. Li gorî daneyan, ji destpêka îsal ve zêdetirî 635 jin hatin qetilkirin, bi sedan jî hatine revandin.

Ji destpêka îsal ve zêdetirî 635 jin hatin qetilkirin
25 tîrmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO

Li Sûriyeyê di nîvê pêşîn ê îsal de ji paşguhkirina rêxistinkirî heya dûrxitsina wan ji navnedên biryardayînê û rola wan di diyarkirina siberoja welat de, binpêkirinên mezin li ser jinan tên kirin. Bi taybetî li perav û Siwêdayê jî kuştin, tundî, revandin û êrişên zayendî li dijî jinan berdewam dikin.

Di daxuyaniyên rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de dûrxistina jinan ji rêveberiyê de diyar dibe. Dûrxistina jian ji qadên qadên leşkerî û ewlehiyê jî di daxuyaniyên berdevka hikûmetê Ubeyda Ernaût de piştrast dibe ku "xwezaya psîkolojîk û biyolojîk a jinan" wekî hinceta dûrxistinê nîşan da.  Seroka Nivîsgeha Kar û Barên Jinan a hikumeta veguhêz Eyşe El Dibis jî ku yekane jin di hikumetê de cih digire gotibû "Cihê xwezayê yê jinan mal e". Eyşe El Dibis gotibû, jinên ku pabendî ol û çanda hikumetê nebin wê neyên tayînkirin.

Li aliyekî din jî di danezane destûrî de ya ku ji hikumeta veguhêz ve hatiye derxistin, bendên der barê nûnertiya jinan di qada siyasî an jî komîteyên nivisandina destûrê de nîn e. Li hemberî danezanê û nêzîkatiyên li dijî jinan bertekên tund hatin nîşandan.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Tora Rassed û Tora Sûriyeyê ya Mafên Mirovan, ji destpêka îsal (2025) ve li herêmên di bin serweriya hikumeta veguhêz de zêdetirî 635 jin hatin kuştin,  li deverên cuda yên Sûriyeyê jî zêdetirî 400 jin winda ne.

Tora Sûriyeyê ya Mafên Mirovan di Sibata îsal de diyar kiribû ku li gundewarên Şam û Hemayê ji 200 revandiynan, 2 jin hene.

Tora Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihandibû ku li Idlib, Sehil El Xab û gundewarê rojavayê Helebê jin ji ber çalakiyên wan ên sivîl û nêrînên xwe yên siyasî tên tengavkirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên lêpirsînkirin

LI SIWÊDA Û PERAVÊ KOMKUJÎ

Ji 13’ê Tîrmehê ve Siwêdayê bûye qada komkuiyan. 13’ê Tîrmehê li taxa Miqewes zarokek di encama şer de hat kuştin. Di 15’ê Tîrmehê de di êrişa li dijî eywana Al Redewan de jinek û 2 zarok hatin kuştin.

Di navbera 16-19’an de, jin û zarok jî di nav de zêdetirî 180 kes hatin kuştin û mal hatin şewitandin. 17’ê Tîrmehê bijîşka bi navê Fatin Hîlal dema diçû ser karê xwe hatin kuştin.

19’ê Tîrmehê jî di serdegirtina mala wê de jineke ji eşîrên bedewî tevî 3 zarokên wê hatin kuştin. Hate ragihandin ku ji destpêka êrişên li ser Siwêdayê ve 70 jin û jinên ciwan winda ne.

Li herêma peravê jî di navbera 6-10’ê Adarê de komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz êrişên mezin pêk anîn. Li gorî Navenda Sûriyeyê ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê, di êrişan de bi kêmanî hezar û 60 kes hatine kuştin, di heman demê de sûcên îşkece, lêdan, heqaret, gefên kuştinên û tirsandina zarokan hatin kirin.

Reuters ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye nêzîkî hezar û 400 kesan, lê çavkaniyên herêmî piştrast dikin ku hejmara rastîn pir zêdetir e.

Li gorî raporan, li Laziqiyê, Hema, Hums û Tertûsê bi sedan jin hatine revandin û aqûbeta gelekan jî nediyar e.

QANÛNÊN KU AZADIYA ŞEXSÎ ASTENG DIKIN

Di Hezîranê de hikumeta veguhêz qanûna ferzkirina lixwekirina cilên olî li deverên giştî li ser jinan derxist. Di vê çarçoveyê de operasyonên kontrolkirinê ji aliyê "Polîsên exlaqê" ve li dijî jinan hatin kirin, lê jinên ku nêzî rayedaran e hatin îstisankirin.

(bb)

ANHA