Li başûrê Til Avîvê 3 bas hatin teqandin

Polîsên Îsraîlê ragihand ku, piştî 3 bas li başûrê Til Avîvê hatin teqandin, wê tevgera trênan bi temamî ber bi avahiya niştecihbûnê ya Bat Yam ve rawestandiye.

Li başûrê Til Avîvê 3 bas hatin teqandin
21 sibat, 2025   00:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê vê êvarê ragihand ku li Bat Yam a başûrê Til Avîvê de di hundirê basan de teqîn çêbûn.

Dezgehan daxuyand ku li 2 rawestegehên erebeyan li Bat Yam 2 basên vala di wextekî de hatin teqandin.

Hin dezgehan jî da zanîn ku ji ber êrişê 2 teqîn li başûrê Til Avîvê çêbûn.

Polîsê Îsraîlî bi temamî rawestana trafîka trênan li bajarokê Bat Yam ragihand, piştî zincîreka teqînan li sê otobusan li başûrê Tel Avîvê.

Demeke berê jî polîsên Îsraîlê gotibû ku basa sêyem li Bat Yam teqiyaye.

Polîsan ragihand ku tevgera trênan bi temamî ber bi avahiya niştecihbûnê ya Bat Yam ve rawestaniye.

(fr)