Ji YRKˊê têkildarî êrişa li ser Asosê daxuyanî

Navenda Ragihandinê ya YRK’ê têkildarî her du êrişên balafirên dewleta Tirk yên li ser Çiyayê Asos eşkere kir ku di êrişan de hêzên wan zirar nedîtiye.

Ji YRKˊê têkildarî êrişa li ser Asosê daxuyanî
22 tebax 2024   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro saet di 14:00’an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker du caran herêma Asosê bombebaran kirin, lê di encamê de zirar û ziyaneke zêde gihişt xwediyê bax, bîstan û rezan û jîngeha herêmê.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêma Asosê, Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyek weşand û tê de ev tişt hatin gotin; “Di bombebaranên îro yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Asosê de tu zirar negihaye hêzên me. Lê ji ber êrişan zirareke mezin gihiştiye rez, bax û bîstanên welatiyên herêmê.”