Qedexeya çûn û hatinê li ser Dêrazorê hat rakirin

Desteya Hundirîn qedexeya çûn û hatinê ya giştî li ser herêmên kantona Dêrazorê rakir, qedexeya beşî ragihand û saetên wê diyar kirin. Her wiha desteyê deriyên sivîl û bazirganiyê vekirin.

Qedexeya çûn û hatinê li ser Dêrazorê hat rakirin
22 tebax 2024   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroketiya Desteya Hundirîn a kantona Dêrazorê têkildarî rakirina qedexeya giştî li ser herêmên navîn û rojhilat ên kantona Dêrazorê biryarnameya bi hejmara 5ˊan derxist.

Di biryarnameyê de ev hat gotin: " Li gorî pêşniyara aliyên têkildar û piştî erêkirina Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê ev hat aşkerakirin:

Xebitîna li gorî biryarnameya hejmara 3ˊyan a di 07.08.2024ˊan de derketiye betal dibe. Di wê biryarnameyê de qedexeya çûn û hatinê ya giştî li ser herêma navîn û rojhilat tê kirin û bi qedexeya beşî tê guhartin. Ev yek jî li gorî saetên diyar in; saet ji 6ˊê êvarê heta 6ˊê sibehê çûn û hatin qedexe ye. Her kesê vê yekê pêk neyne, tê cezakirin.

Xebitîna li gorî biryarnameya 4ˊan tê betalkirin. Di vê biryarnameyê de tevahî deriyên sivîl û bazirganiyên yên li kantona Dêrazorê hatibûn girtin. Li gorî biryarnameya 5ˊan ew derî tên vekirin.

 (mh)