Ji TOL’ê operasyon: Sîxurekî rejîma berê hat girtin

Li bajarê Hesekê di operasyona leşkerî ya TOL’ê de sîxurekî rejîma berê hat girtin.

Ji TOL’ê operasyon: Sîxurekî rejîma berê hat girtin
3 adar, 2025   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de ev agahî parve kirin:

"Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), duh (Yekşem 2 Adar) operasyoneke bibandor li bajarê Hesekê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina sîxurekî rejîma berê ya ruxyayî hat lidarxistin.

Operasyon piştî komkirina agahiyên îstîxbaratî li ser sîxûrê bi navê Îslam Marûf (Îslam Xefacî) dest pê kir. Di vê çarçoveyê de hêzên me li taxeke bajarê Hesekê cihê sîxûr dorpêç kir û wî girt.

Marûfê sixûr yek ji endamên herî xeternak e ku li Hesekê û Dêrazorê gelek çalakiyên terorî li dijî hêzên me û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk anîn. Her wiha ji bo xirabkirina ewlehiya herêmê kar dikir."

(bb)