Ji bo şehîd Aydil merasîma sersaxiyê
Şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Til Koçberê sersaxî dan malbata şervanê QSD`ê Xalid Seîd Nasir. Şêniyan di merasîm de teqezî bi şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan kir.
Şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Til Koçerê yên kantona Cizîrê tev li merasîma sersaxiyê yê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aydil (Xalid Seîd Nasir) bûn ku 30`yê Tîrmehê li kantona Dêrazorê şehîd bûbû û duh li Goristana Şehîd Akkab El Eswed a Til Koçberê hate oxirkirin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxayê Feysel Hesen axivî û sersaxî da malbata şehîd.
Hesen wiha domand: “Em soz didin ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê û welatekî azad bi dest bixi.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Xalid Dêrik axivî û sersaxî da malbata şehîd. Xalid Dêrik fedekariyên şehîdan silav kir û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin heta ku serkeftinê bi dest bixin.
Endama Kongra Star a bajarê Çilaxa Nezha Seyfudîn got: “Bi têkoşîn û berxwedanê welat rizgar dibin. Zarokên me ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, tev li şoreşê bû û tê koşiyan.”
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Aydil hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
(şx)
ANHA