Ji şervanên YPJ’ê peyama 8’ê Adarê

Şervanên Kurd, Ereb û Asûr ên ku cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de cih digrin, 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û şervanên li Qereqozaqê û Bendava Tişrînê pîroz kir.

Ji şervanên YPJ’ê peyama 8’ê Adarê
11 adar, 2025   09:45
QAMIŞLO

Şervanên Kurd, Ereb û Asûr ên ku cihê xwe di nava Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Meclisa Leşkerî ya Xabûrê ya Asûrî de digirin, peyamên xwe yên 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi ANHA`yê re parve kirin.

Şervana YPJ`ê Nûda Serêkaniyê 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û got: “Me li ber xwe da, em ê heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Bila jin tu carî xwe kêm nebînin, li gorî fikr û armancên xwe bimeşin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Xabûrê Hîwit Xabûr 8`ê Adarê li hemû jinên Sûriyeyê yên ku ji bo siberojê ked daye, jinên ku neçarî koçberiyê bûne û jinên di çeperên şer de berevaniyê dikin, pîroz kir û silav ji dayikên şehîdan re şandin.

Hîwit Xabûr da zanîn ku jinên azad mîsogeriya welatekî azad in, ji ber ku ew dizanin azadiya gel û civakê girêdayî azadiya jinan e û doza jin ji bo hemû pêkhateyan yek e, lewra ew wek jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn û berxwedana xwe didomînin û wiha got: “Ez wek jineke Asûrî ji destpêka aloziya li Sûriyeyê ve rastî zextê hatime, dikarim bibêjim ku bi saya şoreşa jinan jinên Asûrî xwe bi rêxistin kir, di qada leşkerî û saziyên cuda de cih girt û di derketina li hemberî êrişên çeteyan de tu carî dudil nebûn.”

Şervana YPJ`ê Nûjiyan Kobanê jî destnîşan kir ku divê ne tenê 8`ê Adarê bibe roja jinan, hemû roj rojên jinan in. 8`ê Adarê hesteke cuda bi wan dide avakirin, îsal jî jin di çeperên şer de li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bendava Tişrînê tê dikoşin û wan bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de xwe nas kiriye.

He wiha Şervana YPJ`ê ya Ereb Emel Rojava jî diyar kir ku ew 8`ê Adarê li hemû şervanên jin ên ku ji bo azadiyê şehîd bûne, pîroz dike û şehîdên jin bi bîran. Emel Rojava şervanên ku niha di çeperê şer ên li Pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê ne, silav kirin û got: “Têkoşîna me ya li Bendava Tişrînê ne tenê li ser asta Sûriyeyê ye, dê li ser asta navneteweyî be û dîrokî be.”

ANHA