Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê nuqteyên leşkerî bombebaran kirin

Hêzên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê baregehên leşekerî û cihên çekan bomebaran kirin.

Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê nuqteyên leşkerî bombebaran kirin
11 adar, 2025   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê vê sibehê ragihand ku wê di saetên şevê de li başûrê Sûriyeyê baregehên leşkerî û cihên çekan bombebaran kirin.

Çavkaniyên xwecih dane zanîn ku balafirên Îsraîlê li Derayê baregeh û nuqteyên leşkerî yên artêşa rejîma berê bombebaran kirine.

Li gorî çavkaniyan, bi kêmanî 6 êriş li dijî baregeha li bajarokê Cebab hatin û bi kêmanî 8 êrişên din li dijî baregeha leşkerî ya berê ya li bajarê Izraa hatin kirin. Lê nehat zanîn bê kuştî û birîndar hene ya na.

Ji destpêka rûxandina rejîma Beşar Esede ve, hêzên Îsraîlê li baregehên wê yên leşkerî dide.

(bb)