Dewletên Ereban piştgirî dan peymana QSD û desthilata Şamê

Dewletên Ereban piştgirî dan peymana di navbera QSD’ê û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin.

Dewletên Ereban piştgirî dan peymana QSD û desthilata Şamê
11 adar, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri li ser gelek mijarên girîng ên weke misogerkirina mafên destûra bingehîn ên Kurdan û saziyên leşkerî û sivîl di nava rêveberiya giştî de cih bigirin, peymanek îmze kir.

Wezareta karên derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyek peyman pêşwazî kir û piştgiriya xwe ji bo yekitiya xaka Sûriyeyê, serdestî û silametiya wê ragihand.

Wezareta karên derve ya Qeterê jî duh der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya wezaretê de lihevkirin wekî "gaveke girîng ber bi xurtkirina aştiya navxweyî, pêşxistina ewlehî û istiqrarê,  avakirina dewleta sazî û qanûnan ve" hat nirxandin.

Wezareta karên derve û kar û barên koçberan a Urdunê jî lihevkirin erênî nirxand û wekî "Gavek girîng ber ji nû ve avakirina Sûriyeya ya li ser esasê mîsogerkirina yekitî, serdestî û istiqrara wê, parastina ewlehiya wê, xilaskirina wê ji terorê û mîsogerkirina mafên tevahî gelê wê ve" nirxand.

(bb)