‘Ji sedî 4’ê nifûsa Xezayê kuştî, birîndar û winda ye’

Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Deryaya Spî ragihand ku zêdetirî milyonek û 900 hezar filistînî ji warê xwe Xezayê bûne û ji sedî 4’ê nifûsa Xezayê yan kuştî yan birîndar an jî winda ye.

‘Ji sedî 4’ê nifûsa Xezayê kuştî, birîndar û winda ye’
6 ÇILE, 2024   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavdêriya Mafên Mirovan a Ewropa-Deryaya Spî (The Euro-Mediterranean Human Rights Monitor) ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê ji sedî 4’ê nifûsa Xezayê kuştî yan birîndar an jî windayî ye.

Çavdêriyê ya navenda wê li Cinêvê ye, diyar kir ku zêdetirî mîlyonek û 900 hezar filistînî ji warê xwe Xezayê bûne û bêyî cihekî ewle ne.

Duh koordînatorê kar û barên mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Martin Griffiths hişyarî dabû ku Xeza êdî ji bo jiyanê cihekî guncaw nîn e. Griffiths xwest şerê Îsraîl û Hemasê tavilê were rawestandin.

Wezarata Tenduristiyê ya Xezayê ragihandibû ku hêzên Îsraîlê di 24 saetên dawîn de 15 komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û di encamê de 162 kes hatin kuştin û 196 kes birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve di êrişên Îsraîlê yên li Xezayê de 22 hezar û 600 kes hatine kuştin û 57 hezar û 910 kes jî birîndar bûne.

(bb)