Urdunê pêşî li qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir girt

Artêşa Urdunê ragihand li ser sînorê Sûriyeyê şer heye. Artêşê da zanîn ku hin qaçaxçî  birîndar bûn û hin din hatin girtin û got, rê li ber miqdareke mezin a madeyên hişbir û çekan girtiye.

Urdunê pêşî li qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir girt
6 ÇILE, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Urdunê ku agahiyên xwe ji berpirsekî fermandariya Giştî ya Hêhzên Çekdar girtiye, ji saetên barbanga îro ve li ser sînorê bakurê Urdunê şer di navbera hêzên parastina sînor ên Urdunê û komên çekdar de heye.

Heman çavkanî da zanîn ku di şer de hin qaçaxçî birîndar bûn, hin din hatin girtin û hewldana qaçaxçîtiya miqdareke mezin a çek û madeyên hişbir hat têkbirin. Çavkanî diyar kir ku niha komên çekdar ber bi Sûriyeyê ve tên derxistin û bi bîr xist ku di rojên dawîn de hewldanên qaçaxçîtiya çekan ber Urdunê ve û hedefkirina hêzên parastina sînor zêde bûne.

(bb)