Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir

Bi dirûşma “Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk" Foruma Desteya Çandinî û Avdanê dest pê kir. Di forumê de dê pirsgirêkên çandiniyê werin nîqaşkirin.

Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
Foruma têkildarî çandinî û avdanê dest pê kir
6 ÇILE, 2024   12:21
HESEKÊ

Bi dirûşma "Bi hev re ji bo bidestxistina çandiniya komînal a ekolojîk" Foruma Desteya Çandinî û Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Xwaringeha Şeto ya li bajarê Hesekê dest pê kir.

Axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîêl Şamûn ve dest pê kir. Şamûn bal kişand ser ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Em dibînin êdî çemê Firatê zuha dibe û qada çandiniyê paşde diçe. Ev ambargo li dijî fikrê demokratîk ê li herêmê ye."

Gabrîêl Şamûn got, dê projeya xwe bidomînin û bi îradeya keç û xortên şervan ên li eniyan herêmên dagirkirî rizgar bikin û terorê têk bibin. Şamûn got: "Bi rêya vê forumê em dengê xwe dighînin cîhanê û dibêjin, ji kuştin û wêrankirina binesaziyê re êdî bes e û ji çareseriya siyasî re erê."

Piştre sînevîzyonek li ser rewşa çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat pêşandan.

Di forumê de dê 3 mijar werin nîqaşkirin. Mijara yekemîn a bi sernavê "Zêdekirina tovan" dê ji aliyê serokê beşê lêkolîn û plankirinê ya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Silêman ve were rêvebirin. Mijara duyemîn a bi nave "Parastina keskahiyê" dê ji aliyê serokê beşê kar û barên çandiniyê yê Desteya Çandinî û Avdanê Mehran Mamo ve were rêveberin. Hevseroka Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nebîla Mihemed dê mijara sêyemîn a li ser jêderên avê bi rê ve bibe.

(bb)

ANHA