Ji Şaredariya Qamişlo têkildarî ava vexwarinê hişyarî

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ragihand ku stasyona Ewêce ya kehrebeyê ya ku kehrebeyê dide stasyonên avê, ji bo 2 rojan rawestiyaye. Şaredariyê bang li welatiyan kir ku di rojên bê de zêde avê xerc nekin.

Ji Şaredariya Qamişlo têkildarî ava vexwarinê hişyarî
19 mijdar, 2024   19:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ragihand ku stasyona Ewêce ya kehrebeyê ya ku kehrebeyê dide stasyonên avê heta 2 roj din naxebite. Divê welatî zêde avê xerc nekin, heta stsyonên avê dixebitin.

Şaredariyê sedemên rawestîna stasyona Ewêce diyar nekirin.

Ava vexwarinê ya bajarê Qamişlo ji 3 stasyonên Hilêliyê, Ewêce û Bendava Sevan tê peydakirin. Di encama zêdebûna hejmara niştecihan û zêdebûna pêdiviyên welatiyan, şaredariyê her 2 rojan, carekê avê berdide tevahiya bajêr.

(mh/fr)