79 xwendekarên peymangehên kantona Efrîn û Şehbayê derçûn

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi wesîleya derçûna 79 xwendekarên Peymangeha Viyan Amara û Peymangeha Tenduristiyê, şahiyek organîze kir.

19 mijdar, 2024   19:29
ŞEHBA

65 xwendekarên Peymangeha Viyan Amara û 14 xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê yên kantona Efrîn û Şehbayê derçûn. Bi vê wesîleyê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehba li hola Mîtan a bajarokê Ehdas şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endamên deste û meclisên kantonê beşdar bûn.

Di şahiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Hacer Hisên got: "Di dirêjahiya 46 salan de me li hemberî êrişên dijmin zimanê xwe parast. Em ji malên xwe koçber bûn û me bi hezaran şehîd dan. Bi rihê ciwanan jî me zimanê Kurdî parast. Dagirkerî nikare nasnameya me ya Kurdî bin pê bike. Îro jî, tevî rewşên dijwar ên kampan, em bi derçûna xwendekarên xwe şahiyekê li dar dixin."

Rêvebera Peymangeha Viyan Amara Zaxo Can axivî û kêfxweşiya xwe bi derçûna xwendekaran anî ziman.

Rêvebera Peymangeha Tenduristiyê ya kantonê Bêrîvan Kiloşo derçûna xwendekaran tevî êriş û zehmetiyan pîroz kir û got: "Em îro şahiya derçûna 16 xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê li dar dixin ku cihê xwe di nexweşxaneya Avrîn û Til Rifetê de bigirin."

Piştre sînevîzyonek li ser qonaxên perwerdehiyê yên her du peymangehan hat pêşandan û xwendekaran stran pêşkêş kirin.

Piştre rêveberên her du peymangehan xwendekar û mamoste xelat kirin.

Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.

(mh/fr)

ANHA