Di Eştarûtê de neviyên qurbaniyên Seyfoyê

Jinên Suryan, Ermen û Keldan ku neviyên qurbaniyên Komkujiya Seyfo ne, li Mala Jinan Eştarûtê li dijî tundiyê tê dikoşin û pirsgirêkên xwe çareser dikin.

Di Eştarûtê de neviyên qurbaniyên Seyfoyê
20 mijdar, 2024   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN – SİLAVA EBDİREHMAN

Şoreşa jinan a li ser bingeha Neteweya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêş ket, gelên ku di nava lepên tunekirinê de bûn, parastin û kir ku jinên ji neteweyên cuda xwe bi rêxistin bikin.

Dewleta Osmanî di navbera salên 1914-1915’an de li hember Suryan û Ermenan Komkujiya Seyfo pêk anî û nêzî nîv milyon mirov qetil kirin. Zikê jinên ducanî çirandin û pitikên wan kuştin, tecawiz lê kirin, dîl girtin û ola wan veguherandin.

Yên ji komkujiyê xelas bûn û xwe li Rojavayê Kurdistanê girt jî bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên hikumeta Şamê re rû bi rû man, nehiştin xwe bi rêxistin bikin, çand û zimanê wan jî tune hesibandin.

ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

Ev kiryar heta sala 2012’an dewam kir lê 19’ê Tîrmehê ji bo gelên Suryan û Ermen û jinan jî bû qonaxeke jiyanî. Di şoreşa jinan de hebûn, maf û mîrateya çandî ya gelan bi paradîgmaya Neteweya Demokratîk hatin parastin. Jinên Suryan, Keldan û Ermen bi şoreşa li vê xakê re li dijî nêzîkatiyên zayendperest û tundiyan li qadên leşkerî, aborî, siyasî û civakî di nava têkoşînê de cih girtin.

GAV BI GAV XWE BI RÊXISTIN KIRIN

Di 13'ê Tîrmeha 2013'an de jinên ku xebatên sazûmaniyê pêk anîn, yekemîn konferansa xwe li bajarê Dêrikê bi beşdariya 200 jinan li dar xist û avakirina Yekıtiya Jinên Suryan ragihand. Paşê jî li Dêrık, Tirbespiyê, Qamişlo û Hesekê yekitiyên jinan hatin avakirin. Ji bo peydakirina çareseriyên pirsgirêkên jinên Suryan, Ermen û Keldanî yên li herêmê dijîn, li Qamişlo û Hesekê di sala 2019'an de Mala Jinan a Eştarût di bin banê Yekitiya Jinên Suryan de hate avakirin.

NÛNERA ÇANDA JINAN: XWEDAWEND EŞTARÛT

Mala Jinan a Eştarût navê xwe ji navê bi suryankî yê xwedawend Astarte ya bi eslê xwe ya Hûriyan e, digire ku wek xwedawenda gelan û nûnera çanda jinan tê nasîn. Mala Jinan a Eştarût, ji komîteyên berdevkiyê, aştî û çapemenî-arşîvê pêk tê.

Pirsgirêkên ku ji aliyê Komîteya Aştiyê ve neyên çareserkirin, ji Meclisa Edaletê ya Jinan re tên şandin. Nûnereke Mala Jinan a Eştarût di Meclisa Edaletê ya Jinan de dozê dişopîne.

Xebatên Mala Jin a Eştarût ên 10 mehan (1 Çile-31 Cotmeh 2024) wiha ne;

* Li Hesekê ji 19 pirsgirêkan 11 heb hatin çareserkirin, 8 pirsgirêk jî tên şopandin.

* Li Qamişloyê ji 46 pirsgirêkan 33 pisgirêk hatin çareserkirin, 10 şandin Meclisa Edaletê ya Jinan û 3 pirsgirêk jî sewqî saziyên pêwendîdar kirin.

Xizmên 4 jinên ku temenê wan di navbera 23-50 saliyê de ku li Mala Jinan a Eştarût a li taxa Bişêriyê ya Qamişloyê dixebitin, di Seyfoyê de hatine qetilkirin. Ev her çar jin ku li ser zemîneke hevpar tên cem hev, ji bo pêşî li her cure tundiyê bigirin, mafê xwe biparêzin û hev bigirin, tê dikoşin.

Ayda Birahîm Melke bi eslê xwe ji navçeya Hezex a Şirnexê ye û di Seyfoyê de bi dehan xizmên wê hatine qetilkirin. Bapîr û dapîra wê ji komkujiyê rizgar dibin û piştre koçî Qamişloyê dikin. Ayda Birahîm Melke li Qamişloyê ji dayik dibe, lbi çîrokên zilam di Komkujiya Seyfoyê de mezin dibe. Ayda ji damezirînerên Eştarûtê ye û berdevkiya wê dike. Ayda li dijî zilma di komkujiyê de hat sere wan û hîna di bîra wan de zindî ye, birêxistinbûyîna xwe mezin dike.

LI EŞTARÛTÊ PIRSGIRÊK TÊN ÇARESERKIRIN

Ayda Birahîm Melke ji ajansa me re axivî û diyar kir ku li Eştarûtê gelek pirsgirêkên ku beriya şoreşê jî nikarîbûn bînin ser ziman, niha li Eştarûtê çareser bûne û got: "Bi vekirina Mala Jinan re jin bê tirs û dudilî parve dikin. Berê tiştekî wisa tune bû ku mafê jinên tundî lê dibe biparêze. Jinên Suryan, Keldan û Ermen dizanin ku ji niha û pê ve saziyek heye ku dê wan biparêze. Maleke wan heye ku wan ji tundiyê biparêze. Bi avabûna malê re rêjeya tundiyê kêm dibe. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin hemû jinên herêmê. Di mehên pêş de em plan dikin ku li Dêrik û Tirbespiyê Mala Jinên Suryan vekin. Em ê panel, civîn û perwerdeyên li ser malbatê organîze bikin.”

Sibe: Li ser şopa Zenûbiyayê kombûneke jinan.

ANHA