Kongra Star: Dem dema Bêrîtanbûnê ye

Kongra Star Şehîd Bêrîtan di salvegera 32’yemîn a şehadeta wê de bibîr anî û bang li tevahiya jinan û bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanet û kevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re, têkoşînê bilind bikin.

Kongra Star: Dem dema Bêrîtanbûnê ye
24 cotmeh, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN  

Meclîsa Kongra Star a Rojava bi minasebeta salvegera şehadeta şoreşgera mezin Bêritan (Gulnaz Karataş) (25 Cotmeh 1992) daxuyaniyek nivîskî weşand. 

Di destpêşa daxuyaniyê de, di kesateya şehîd Bêrîtan, Sakîne, Delal Amed, Leyla Agirî, Nagihan Akarsel de hemû şehîdên tevgera azadiyê hatin bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku Şehîd Bêrîtan bi têkoşîn û çalakiya xwe bûye sembola azadiyê û tekoşina li dijî xîyanetê û û wiha hat gotin: Em roja berxwedanê ya gel û hevrêyên xwe silav dikin. Rêheval Bêrîtan ku di Gulana 1991’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû, bi dirûşmeya 'Şoreş kesayeteke bahozî dixwaze' bi rê ket, karîbû reng û dengê xwe li strana azadiyê zêde bike. Di demeke ku xeta xiyanet û hevkariya PDK’ê dixwest şopa xwe ya xayîn bihêle, bû yek ji sembola berxwedana destana azadiyê. Bi lehengiya 25'ê cotmehê li ser zinarên bilind ên Xakûrkê li dijî xiyanetê bedena xwe kir mertal. Rêheval Bêrîtan 25’ê Cotmeha 1992’an tevî 144 hevalan gihîştin şehadetê. Weke Rêber Apo jî dibêje, berxwedana fedayî ya Rêheval Bêrîtan, tekoşîna azadiya jin û rêxistina wê derbasî qonaxeke nû kiriye. Bersivdana Rêber Apo ji şehadeta şehîd Berîtan re ragihandina artêşbûna jinê bû.  

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku Kongra Star îro li ser xeta Şehîd Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê geş dike, pêş dixe û wiha hat domandin: “Di milê hêza xwe naskirina jinê de û bi xwe spartina îradeya xwe jiyanê de qonaxeke girîng îfade dike. Tevgera azadiya jinê, arteşbûna jinê hiştiye ku baweriya jinê bi xwe çêbibe, girêdanbûna wê ya bi mêr re şikandiye û mêr jî neçarî guhertinê kiriye. Niha jî di bin fermana Şehîd Bêrîtan de bi hezaran gerîlayên jin meşa li çiya, bi milyonan jin li bajaran li ser xeta wê bi dirûşmeya 'Yên şer dikin bedew dibin, yên bedew dibin azad dibin, yên azad dibin tên hezkirin' dewam dikin. Em dibêjin, ‘dem dema Bêrîtanbûnê ye’. Bêrîtanbûn li bajêr, çiya, her cihê têkoşînê, li her cihê dilên Apocî lê didin, wê serkeftî be û qezenc bike.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî jinên tekoşer, sîyasetmedar, azadîxwaz hat kirin ku têkoşînê bilind bikin. Her wiha ev bang li gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin:  “Çawa ku li Rojhilatê Kurdistanê felsefa jin jiyan azadî bilind bû, bila gelê me yê li Başûr Kurditanê jî li dijî xiyanet û hevkarîya malbata Barzanî ya faşîzma dewleta Tirk re, asta têkoşinê û azadiyê bilind bikin.”

(a)

ANHA