Ji QSDˈê çalakî: 9 çete hatin kuştin

Di çalakiyên rojekê yên şervanên QSDˈê de, 9 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.

Ji QSDˈê çalakî: 9 çete hatin kuştin
24 ÇILE, 2025   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê bi daxuyaniyekê bîlançoya duh (23 Çile) ya çalakiyên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Şervanên me di çarçoveya bersivdayînê de, duh çalakî li dar xistin. Çalakî li gundê Hoşeriyê yê Minbicê û gundewarên bajarê Dêr Hafirê li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker hatin lidarxistin. Di encama çalakiyan de 9 çete hatin kuştin û 11 çete birîndar bûn.

Hêzên me li gundê Etşana yê li başûrê Minbicê jî çalakî li dijî kombûn û erebeyên çeteyan li dar xistin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat tesbîtkirin.

Ev çalakî di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê yê li dijî êrişên bejahî û hewayî yên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  de hatin lidarxistin."

(bb)

ANHA