Artêşa Rûsyayê 121 dronên Ukraynayê xistin

Pergala Parastina Hewayî ya Rûsyayê di şevekê de 121 balafirên bêpîlot ên Ukraynayê xistin xwarê.

Artêşa Rûsyayê 121 dronên Ukraynayê xistin
24 ÇILE, 2025   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku şeva borî sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê 121 balafirên bêmirov ên Ukraynayê li qada hewayî ya Rûsyayê îmha kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ev agahî da: "Şeva borî hewldanên rejîma Kîevê ya ji bo pêkanîna êrişên terorîstî yên bi balafirên bêmirov li dijî armancên li ser xaka Rûsyayê hatin têkbirin."

(bb)