Çeteyan li Humisê 22 kes kuştin

Li bajarê Humsê di 72 saetên dawî de, di êrişên çeteyan ên li dijî elewî, şîe û murşîdiyan de de, 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Çeteyan li Humisê 22 kes kuştin
24 ÇILE, 2025   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarê Humisê 22 kes hatin kuştine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî SOHRˈê, komên çekdar ên xwecih ên girêdayî rêveberiya HTŞˈê di 72 saetên dawîn de li gundên niştecihên wê elewî, şîe û murşidî ne, operasyonên tesfiyekirinê pêk anîn. SOHRˈê ragihand ku di encama binpêkirinan de de 22 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

SOHRˈê da zanîn ku li wan gundan bi dehan kes hatin revandin, heqaret û îşkence li wan hat kirin, destdirêjî li sembolên olî hate kirin, komkujî hatin kirin û bi cenazeyan hate lîstin.

(bb)