Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome

Berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku ber bi lûtkeya Çiyayê Qereçoxê ve diçû, bû bingeha serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev şoreş bûye modela xwişk û biratiyê û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê. Berxwedana îro ya li bendava Tişrînê jî nîşana vê yekê ye.

Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
Ji Qereçoxê heta Tişrînê berxwedana gel didome
25 nîsan, 2025   03:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Di sibeha 25’ê Nîsana 2017’an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyereke ku şopeke kûr di bîra gel de hişt, pêk hat. Artêşa Tirk a dagirker bi 28 balafirên şer Çiyayê Qereçoxê yê kantona Cizîrê ku navenda Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de 20 şervanên YPG`ê û YPJ`ê şehîd bûn. Piraniya wan fermandarên şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê li eniyên herî pêş ên Minbic û Reqayê bûn. Di nava wan de rojnamevanên leşkerî jî hebûn ku têkoşîna gelê herêmê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê belge dikir.

Êrişa li ser Qereçoxê yekemîn êrişa leşkerî ya rasterast a artêşa Tirk a dagirker a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û bi armanca astengkirina têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê bû.

Piştî êrişa li ser Çiyayê Qereçoxê ku sembola sekn û têkoşîna gelê herêmê ye, girseyeke mezin a gel, ji zarok, jin, mêr û kal û pîran, ber bi cihê êrişa li ser çiyayê Qereçoxê ve çû, bi lehengî li ber germê û zehmetiyan ketin rê. Ji bo şermezarkirina komkujiyê hilkişiyan çiyayê ku bi qasî 770 metre bilind e. Ji dewleta Tirk a dagirker re peyameke zelal bû ku hemû pêkhate di heman çeperê de ne.

Di wê şevê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bi armanca bêdengkirina dengê civakê bombe li radyoya Dengê Rojava barandin.

MÎRATEYA BERXWEDANÊ

Komkujiya Qereçoxê, bûye sembola biryardarî û hêzê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdan roja 25’ê Nîsanê wek “Roja Şehîdan” ragihand. Ji wê demê ve gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal di 25’ê Nîsanê de ji bo bîranîna şehîdan ber bi çiyayê Qereçoxê ve diçin û soza berdewamkirina rêya şehîdan didin.

Dema ku şênî ber bi çiyayê Qereçoxê ve diçin, hevgirtina xwe ya bi zarokên xwe yên di nava refên YPG`ê û YPJ`ê de nîşan didin. Ev berxwedana gel bû bingeha serkeftinên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bû mînaka xwişk û biratiyê û pêkvejiyana pêkhateyan.

Dewleta Tirk bi vê komkujiyê xwest vîna gel bişikîne. Lê encam berovajî wê bû, vîna gel a berdewamkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan mezintir bû.

JI QEREÇOXÊ HETA BENDAVA TIŞRÎNÊ

Ji destpêka êrişa li ser Çiyayê Qereçoxê û heta niha, ruhê welatparêziyê di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xurttir bûye. Berxwedana li bendava Tişrînê ku zêdetirî 100 roj e dewam dike, nîşana vê têkoşîna berdewam e. Gel tevî astengiyan jî berxwedana xwe ya li bendavê didomîne.

Ji 8’ê Çileyê ve şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi karwanan ber bi bendava Tişrînê ve diçin. Li gel ku rastî êrişên rasterast hatin û heta niha rojnameger, hunermend û rêveber jî di nav de, 25 kes şehîd bûn jî, lê herikîna karwanan berdewam dike.

(k)

ANHA