‘Gava yekem a pêkanîna pêvajoya aştiyê azadkirina Rêbertî ye’

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û koçberên Efrînê tekez kir ku gava yekem a ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

‘Gava yekem a pêkanîna pêvajoya aştiyê azadkirina Rêbertî ye’
25 nîsan, 2025   02:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Rêber Abdullah Ocalan ev zêdetirî 25 sal e li girtîgeha Îmraliyê tê dikoşe, hewl dide nasnameya Kurd zindî bihêle û modela neteweya demokratîk wek çareseriyeke domdar a ji bo aloziyên li Rojhilata Navîn bi pêş bixe.

Tevî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bi banga xwe ya ji bo aştî û civaka demokratîk qonaxeke nû ragihand û berpirsyariya dîrokî ya serkeftina vê pêngavê girt ser xwe jî, dewleta Tirk ji bo destekê bide vê pêvajoyê gavên berbiçav neavêtine.

Der barê mijarê de şêniyê taxa Şêxmeqsûd a Helebê Hesen Cemîl daxwazên xwe anîn ziman û got: "Em dixwazin rêberê me ji zindana Îmraliyê azad bibe û em ê bi îradeya xwe vê yekê pêk bînin, ji ber ku ew kesê herî jêhatî ye ji bo birêvebirina pêvajoya aştiyê û bêyî azadiya wî ya fîzîkî aştî pêk nayê. "

Cemîl her wiha got: “Ji bo serkeftina banga aştî û civaka demokratîk a ku Rêbertî di 27'ê Sibatê de daye destpêkirin, divê dewleta Tirk bizane gava yekem a ji bo berdewamkirina pêvajoya aştiyê azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo vê jî li şûna polîtîkayên êrişkarî û sepandina cezayan, divê têkiliya bi wî re xurt bibe û çanda diyalogê were avakirin.”

Feryal Mihemed Xelîl der barê mijarê got: "Rêberê ku erkên xwe yên dîrokî bi tevahî pêk aniye, divê were azadkirin. Wî têkoşîneke demdirêj kiriye. Divê Tirkiye bi berpirsyarî tevbigere û dilsoziya xwe ya ji bo aştiya rast nîşan bide. "

Gulê Mûsa Topal a 80 salî bendewariya xwe ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û bal kişand ser astengiyên li pêşiya azadiyê yên ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê derdikevin.

Her wiha Zekiye Mihemed bal kişand ser rola Rêber Abdullah Ocalan di pêşxistina hişmendiya siyasî û civakî de û destnîşan kir ku ew ên heta bidestxistina daxwazên gelê Kurd têkoşîna xwe berdewam bikin.

(k)