Ji pêşniyarên konferansa Siwêdayê avakirina tîmekê ji bo diyaloga bi Şamê re

Di Konferansa Giştî ya Siyasî ya Sivîl a li bajarê Siwêdayê hate lidarxistin de gelek pêşniyar hatin kirin. Ji wan pêşniyaran avakirina tîmekê ku dan û standinê bi desthilata Şamê re bike, da ku nûnertiya tevahî pêkhatiyên civakî, siyasî û olî li Siwêdayê bike.

Ji pêşniyarên konferansa Siwêdayê avakirina tîmekê ji bo diyaloga bi Şamê re
11 hezîran, 2025   18:02
SIWÊDA

Li Navenda Çandê ya bajarê Siwêdayê Konferansa Giştî ya Siyasî ya Sivîl bi beşdariya nûnertên tevgera aştiyane, hêzên siyasî, civaka sivîl, hêzên ewlekariya hundirîn, gelek çalakgerên civakî û olî hat lidarxistin. Ev yek digel şert û mercên siyasî û ewlehî yên hestiyar li herêmê û tevahî Sûriyeyê pêk hat.

Ev konferans bi armanca yekkirina helwesta siyasî û sivîl li hundirê Siwêdayê û nêrîneke giştî derkeve ku hêviyên xelkê parêzgehê pêk bîne û krîzên heyî yên civaka xwecihî pê re rû bi rû ne werin çareserkirin, hat lidarxistin.

Di konferansê de, hêzên siyasî yên ji tevahî beşên civakê, nûnerên hêzên sivîl û leşkerî, kesayetên olî û eşîrtî, ciwan û xwendekarên zanîngehan amade bûn. Ji nav beşdaran yek ji nûnerên "Rîcal El Kerame" mîr Hesen El Etreş û nûnerê saziyên ewlehî serbaz Tariq El Şofî, nûnerên ji eşîr û pêkhateya Xiristiyan hebûn.

Her wiha "Kombûna Ciwanên Sivîl ên Siwêdayê", gelek çalakgerên ciwan beşdarî konferansê bûn. Wan nêrînên xwe ji bo siberojeke herî adilane û îstîqrar ji xelkê parêzgehê re bi taybet ên girêdayî mafên xwendekarên zanîngehan, pêşkêş kirin.

NÊRÎNEKE YEKGIRTÎ Û DESTPÊŞXERIYÊN LIHEVKIRINÊ

Di konferansê de, beşdaran girîngî da hewldana avakirina helwesteke yekgirtî ku nûnertiya pêkhateyên siyasî, olî û civakî yên Swêdayê bike, bi taybetî di pêşketina pirsgirêkên aborî û debara jiyanê yên zêde û parçebûna siyasî yên kûrtir di nav welêt de. Beşdaran çend destpêşxeriyên lihevkirinê pêşniyar kirin, mîna xurtkirina peywendiyê di navbera hemû aliyan de û xebata ji bo pêkanîna çareseriyên aştiyane ku aramiya parêzgehê misoger dikin û tevna wê ya civakî ya cihêreng diparêzin.

Di konferansê de beşdaran got divê helwesteke yegirtî ya siyasî, olî û civakî ji bo berjewendiyên pêkhateyên Siwêdayê girîngî da hewldana ber bi avakirina girîngî bi yekhelwesta pêkhateyên siyasî, olî û civakî yên Siwêdayê hat dayîn û ji bo wê hat pêşniyarkirin ku têkiliya di nav hemû aliyan de were xurtkirin, çareseriyên aştiyane yên ji bo aramkirina parêzgehê werin pêşxistin û mozaîka civakî ya wê were parastin.

NÎQAŞÊN BERFIREH LI SER PIRSGIRÊKÊN JIYANÎ Û PERWERDEHIYÊ

Di konferansê de nîqaşên vekirî hatin kirin. Beşdaran nêrînên xwe yên der barê astengiyên rojane yên rûbirûyî welatiyan anîn ser ziman.

PÊŞNIYAR Û DESTPÊŞXERIYÊN JI BO DIYALOGÊ BI ŞAMÊ RE

Ji girîngtirîn pêşniyarên konferansê, avakirina tîmekê ku dan û standinê bi Şamê re bike, û nûnertiya tevahî pêkhateyên civakî, siyasî û olî li Siwêdayê bike û erka wê peywendiyê bi desthilatên Şamê re bike, da ku mafên îdarî û geşepêdanê yên parêzgehê misoger bike, li ser siberoja têkiliya di navbera navend û parêzgehê de nîqşan bike ku teslîmkirina adilane ya ji bo niştecihan garantî bike û çareseriyên bingehîn ji pirsgirêkên xizmetguzarî, perwerdehiyê û aboriyê re peyda bike.

Beşdaran destnîşan kir ku pêwîst e tîma hatiye pêşniyarkirin berfireh û giştî be û tu pêkhateyek ji civaka xwecihî li derve nemîne, da ku encamên diyalogê baş bin.

(mh/fr)

ANHA