Li Dêrazorê hejmarek serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Hêzên Koalîsyona Navnetweeyî û "Artêşa Sûriya Azad" anku Ceyş Sûriya El Hura li çolistana Sûriyeyê, li gundewarê rojavayê Dêrazorê yê di bin kontrola hêzên desthilata Şamê de hejmarek serçeteyên DAIŞ’ê kuştin.

Li Dêrazorê hejmarek serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
11 hezîran, 2025   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi beşdariya komek ji "Artêşa Sûriya Azad" li dijî nuqteyeke çeteyên DAIŞ’ê ya li herêma Cebel El Beşerî ya li çolistana Sûriyeyê ya li gundewarê rojavayê Dêrazorê ku di bin kontrola desthilata Şamê de operasyona daketina hewayî, pêk anî. Di encamê de hejmarek serçete hatin kuştin, lê hîna heta vê kêliyê nasnameyên wan nehatine diyarkirin. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, ev operasyon piştî nêzî hefteyekê ji çavdêrî û şopandina hewayî û bejahî li herêmê û li gorî agahiyên hatine ku serçeteyên DAIŞ’ê hewldana lidarxistina civînekê di hundirê çiyayê de dikin, pêk hat.

Di operasyonê de pevçûnên yekser bi çeteyan re çêbûn û li gorî agahiyan hêzên koalîsyonên belge ji cihê operasyonê bi dest xistine ku tê tercîhkirin ew belge yên girêdayî tevger û planên çeteyan li çolistana Sûriyeyê ne.

Ev operasyon wekî derbeyên ewlehiyê yên herî girîng ku di vê dawiyê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê, li herêma ku hîna ji bo tevgerên wan jîngehek guncaw e hat kirin.

Di 25’ê Gulanê de jî, Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi beşdariya endamên Sûriyeyî yên pê re têkildar in, li çolistana Humsê li nêzî sînorê îdarî yê bi ser Dêrazorê ve operasyona daketina hewayî pêk anîbû. Bi wê re di navbera wê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket, nuqteyên wan li wê herêmê hatin wêrankirin û windahiyên giran bi çeteyan bûn.

Li gorî çavkaniyên din, cihê hatiye armanckirin maleke vala ye, weke depokirina êm dihat bikaranîn û ew mal a xelkê gundê El Kom e û herêma derdorê jî ji destpêka îsal ve şênî lê bi cih bûne.

(fr)