Ji meşa Hesekê peyama "YPJ'ê nasnameya me ye''

Di meşa jinan a li Hesekê de peyama "YPJ'ê nûnertiya rasteqîn a jinên Kurd dike" û "Em ê ji bo parastina mafên xwe û destkeftiyên şoreşê têkoşînê bidomînin" dan.

24 sibat, 2026   14:45
HESEKÊ

Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jinên ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û kampa Waşûkanî, endamên meclis û saziyên sivîl ji bo piştgiriya YPJ'ê û parastina destkeftiyên şoreşê meşiyan.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Keziyên jinên Kurd hêz in" û"Jin Şoreşa Rojava diparêzin" hatin vekirin. Alên Kongra Star û YPJ'ê jî hatin hildan û dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Meş ji çerxerêya Merşo ya bajarê Hesekê dest pê kir û li qada Aştiyê veguherî mitîngê.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo axivî û anî ziman ku armanca birêxistinkirina vê meşê parastina destkeftiyên şoreşa jinan e.

Rîhan Loqo şehîdên azadiyê bi bîr anîn, şervanên YPJ'ê jî silav kir û got, hebûna bi hezaran şervanên YPJ'ê li qadan nîşana ewlehî û civaka demokratîk e.

Rîhan Loqo di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya şoreşa 16'ê Tîrmehê, hêzên dijberî jinan hewl dan nasnameya jinan tune bikin, lê jinan bi şoreşa ku dane destpêkirin li hemberî êriş û hewldanan sekinin.

Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de got, YPJ'ê nasnameya rasteqîn a jinên Kurd e û anî ziman ku dê ji bo parastina mafên xwe û destkeftiyên şoreşê têkoşînê bidomînin.

Mitîng bi dirûşmên silavkirina YPJ'ê bi dawî bû.

(bb)