Girtiyek Kurd 10 rojin di greva birçîbûnê deye 

Girtiyek siyasî yê Kurd 10 rojin li girtîgeha Evîn ya li Tahranê, dijî êşkenceyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tê gotin rewşa tenduristiya girtiyê Kurd ne başe.

Girtiyek Kurd 10 rojin di greva birçîbûnê deye 
24 sibat, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê di 14’ê Sibatê de girtiyê siyasî yê Kurd yê bi navê Fuad Fetih li girtîgeha Evîn ya li Tahranê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Tê gotin ku girtiyê Kurd Fuad Fetih dijî êşkenceyê dest bi grevê kiriye û niha rewşa wî ya tenduristiyê ne başe.