Karwanê alîkariyê yê Şengaliyan gihîşt Rojavayê Kurdistanê

Karwanê Alîkariyê yê xelkê Şengalê ku ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê hatibû komkirin, tevî şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê û Rojavayê Kurdistanê gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê alîkariyê yê Şengaliyan gihîşt Rojavayê Kurdistanê
5 ÇILE, 2025   17:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkariya ku bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve ji bo koçberên Şehba, Til Rifat û Efrînê hate komkirin, piştî hewldaneke berfireh derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Li gorî agahiyan, rayedarên Iraqê ji 12 kemyonên bi alîkariyê barkirî, destûra derbasbûna 3 kemyonan da.

Hate ragihandin ku rayedaran soz da ku kemyonên mayî jî weke karwanekî duyemîn derbas bibe.

Her sê kemyonên ji barê alîkariyê, ji deriyê sînor ê Til Koçerê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

Şande wê pêwîstiyên jiyanî û bi taybet jî pêwîstiyên zarokan ku li gel xwe birine radestî koçberên Efrîn û Şehbayê bike.