Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî

Rojnamegeriya Kurdî ku bi Kurdistan dest pê kir, heta salên 1970’yan, di bin bandora parçekirina welat, şerên cîhanê û rewşe parçeyî ya civaka Kurd de rêyek xilexwar xêz kir.   

Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
Ji Kurdistan heta salên 1970’yan rojnamevaniya Kurdî
21 nîsan, 2024   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN
MEDYA HENAN  

Rojnamevaniya Kurdî ket 126 saliya xwe. Di sala 1898’an de li paytexta Misrê Qahîreyê bi navê Kurdistan rojnameyek Kurdî dest bi weşanê kir. Ev rojname wê piştre bibûya destpêka rojnamevaniya Kurdî. 

Di nava Kurdan de ragihandin û çapkirin beriya vê rojnameyê jî hebû. Gelek berhemên nivîskî û devkî heta roja îro hatine. Lê di wateya karê rojnamevaniyê de Kurdistan dibe ya yekemîn.

Heta demên dawî yên Împaratoriya Osmaniyan Kurdan bi rengê eşîrtî, oldarî û serhildanan hewl daye ku xwe rêxistin û îfade bikin. Lê piştî têkçûna serhildanan û mişextîkirina (koçberkirin) pêşengên Kurdan, lêgerînên nû jî destpê kirin.

Rewşenbîr û nivîskarên ku ji welatê xwe hatine derxistin, li navendên weke Stenbol û Qahîreyê dest xebatên nivîsandin û weşanê kirin.

ROJNAMEYA KURDISTAN

Rojnameya Kurdistan jî di encama yek ji van xebatan de derketiye holê. Mîkdad Mîdhat Bedirxan ku ji Cizîra Botan neçar mabû koçî Stenbolê bike û ji wir jî biçe Qahîreyê, di 22’yê Nîsana 1898’an de rojnameya Kurdistan derxist.

Rojnameya ku bi alfabeya aramî û bi zimanê Kurdî dihat amadekirin, bi awayekî veşartî ji Kurdistanê re jî dihat şandin. Di rojnameyê de piranî li ser erdnîgariya Kurdistan, malbata Bedîrxaniyan nivîs hatine nivîsandin. Her wiha cîh daye helbest, gotar û çîrokan.

Ji ber şert û mercên demên yên siyasî û leşkerî rojname li navendên weke London, Cenevre, Folkestone (Başurê Birîtanya) weşana xwe domandiye. Bi giştî 31 hejmar derketine, lê tê gotin ku 2 hejmarên wê jî winda ne. Di sala 1902’yan de dawî li weşana wê hatiye.

Her çiqasî rojname di çarçoveyek teng de weşan kiribe jî, di rojnamevaniya Kurdî de weke destpêkekê tê qebûlkirin. Lewma roja destpêkirina weşana wê (22 Nîsan) weke Roja Rojnamevaniya Kurdî hatiye qebûlkirin.

RÊWÎTIYA BÊNAVBER

Piştî rojnameya Kurdistan, êdî rêwîtiya çapemeniya Kurd jî destpê kir. Di salên 1900’an de li Rojhilata Navîn û cîhanê aloziyên gelekî mezin ên siyasî-leşkerî hebûn. Gavên yekemîn ên şerê cîhanê yê yekemîn (1914-1918) dihatin avêtin. Lewre rojnamevaniya Kurdî jî di bin bandora van şertan de ma. Di nava sînorên Osmaniyan de bi zextên mezin re rû bi rû man. Lê di herikîna vê pêvajoyê de li cihên cuda weşangeriya Kurdî berdewam kir. 

Li Misir, Stenbol, Amed, Bexda û Silêmaniyê rojnameyên cur bi cur hatin derxistin. Rojnameya Ummîd li Misrê hat weşandin. Rojnameya bi navê “Kürt Teavûn ve Terakkî Gazetesî (Rojnameya Kurd Teavun û Terakî) li Stenbolê hat weşandin. Taybetmendiya vê rojnameyê ew bû ku cara yekemîn li cem zaravayê Kurmancî bi zaravayê Soranî jî weşand kiriye. 

Rojnameya (Şark ve Kürdistan (Şerq û Kurdistan), Rojî Kurd, Yekbûn û Serbestî li Stenbolê hatin weşandin. Serbestî cara yekem bi awayekî rojname weşan kiriye û bi weşana 12 salan heta wê demê ya herî demdirêj bû. Rojnameya Peyman, li Amedê û Bangî Kurd li Bexdayê hatin weşandin.  

DEMEK SÎNORDAR

Rojnameyên di vê demê de hatine weşandin, piranî ji aliyê tevgerên Kurd ên ku rewşenbîr, malbatên navûdeng û xwendekar pêşengiya wan dikirin ve hatine derxistin. Hinek ji wan bi zimanê Tirkî, hinek bi Erebî û hinek jî Kurdî hatine weşandin û hinek ji wan li bajarên Kurdistanê jî hatine belavkirin. Ji ber şertên demê weşangerî di erdnîgariyek teng de hatiye kirin. Wekî bandorek rewşa parçeyî ya Kurdan a siyasî, xeta van weşanan jî parçeyî û teng maye.

HAWAR Û DEMEK NÛ

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, li gorî hevsengiyên li herêmê hatin avakirin, weşangeriya Kurdî jî kêmek reng guhert. Di vê demê Împaratoriya Osmaniyan bidawî bûye, li şûna wê gelek netew-dewlet hatine avakirin. Lê ya herî girîng Kurdistan hatiye parçekirin (4 parçe) û ketiye bin dagirkeriya dewletên Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraq. Li van 4 welatan polîtîkayên înkar û tunekirina Kurdan tûj bûn, lewma weşangeriyek bi zehmetir hat meşandin.

Ber bi şerê cîhanê yê duyemîn ve û di dema şer de jî gelekek weşanên vê demê ketine bin bandora siyaseta dewletên hegemon ên wekî Fransayê. Beşek weşanan jî tevî hemû zextan hewl daye dengê xwe ragihînin.

Di vê demê Kurd di komele, rêxistin û partiyan de hatine cem hev. Lewma rojname yan jî kovarên vê demê piranî bi riya wan hatine weşandin.

Di 15’ê Gulana 1932’yan de kovara bi navê Hawar li paytexa Sûriye Şamê dest bi weşana xwe kir. Kovara ku ji aliyê Celadet Bedirxan ve hatiye amadekirin, di rojnamevaniya Kurdî de serdemek nû da destpêkirin. Ew jî cara yekemîn alfabeya latînî hatiye bikaranîn. Ji vê demê ve êdî latînî zêdetir derketiye pêş. Li Başûr, Rojhilat û Rojava weşangeriya bi alfabeya aramî dom kiriye, lê latînî serwer bûye.

Hawar zêdetirîn ketiye bin bandora siyaseta Fransayê. Di sala 1942’an de jî rojnameya bi navê Ronahî wekî pêveka Hawar dest bi weşanê kir. Di ronahî de cara yekem nûçeyên rojane hatine weşandin û zêdetir cîh daye nûçeyên şer.

LI BAKUR HEWLDANÊN REWŞENBÎR Û XWENDEKARAN

Li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker siyaseta nîjadperestî û tunekirînê meşand. Lewma weşangerî hinekê li paş ma. Lê dîsa jî xwendekar û rewşenbîrên Kurd bi derftên zor hewl dan ku dengê Kurdan ragihînin. Rewşenbîrên wekî Musa Anter (Apê Mûsa) rojnameyên û kovarên wekî Dîcle Kaynağı (Çavkaniya Dîcle), Şark Mecmuası (Kovara Şerqê), İleri Yurt (Welatê Pêş) hatine derxistin.

Li Başûr, Rojava û Rojhilat jî girêdayî partî û rêxistinan rojname hatine derxistin. Piraniya wan wekî weşanên partiyan kar kirine. Bi avakirina Komara Kurdistan (Mahabad) re di warê ragihandin û wêjeyê de gavên girîng hatine avêtin. Di 11 mehên temenê komarê de weşana radyo, kovar û rojnameyan hat meşandin. Çapxaneya Kurdistan hat vekirin.  

Ji piştî şerê cîhanê yê duyemîn (1945) heta salên 1970’yan, weşangerî li dora partî, komele, xwendekaran hat domandin. Di dîroka rojnamevaniya Kurd de ev dem wekî demek teng û bêbandor tê nirxandin.

(a)

ANHA